Li Sudanê di şerê navxweyî de bi hezaran kes mirin

Li Sudanê di şerê navxweyî de bi hezaran kes mirin

Li welatê Sudana Başûr ji ber şerê navxweyî heta niha bi hezaran kes mirin. Ligorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Sudana Başûr di navbera hêzên girêdayî serok dewlet Salva Kiir û dijberê wî rêxistina SPLM ku serokatiya wî Riek Machar dike, şerek dijwar heye û heta niha  bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Beriya du hefteyan li Sudana Başûr li dijî serok dewlet Salva Kiir Miyardît hewldana derbeyekê pêkhat. Derbe ji aliyê rêxistina SPLM an ku Batalyona Pilingan ve hate pêkanîn. Serkêşiya vê rêxistinê generalê bi navê Riek Machar dike. Lê belê derbe bi ser neket. Rewş veguherî şerê navxweyî û heta niha bi hezaran kes di vî şerî de hatine kuştin.

Berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê li Başûrê Sudan’ê Toby Lanzer di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “ Di aliyê min de qet fikar nîne ku bîlançoya pevçûnan bi hezaran kes mirine.”