Li Sûriyê her 2 sa’at an zarokek dimire!

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand, hejmara mirovên di pevçûnên li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane 100 hezar derbas kiriye. Li gorî daneyên saziyê her du saetan carekê zarokek, her sê saetan carekê jî jinek jiyana xwe ji dest didin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku çavkaniya bingehîn a medya Rojavayî ya li ser pevçûnên Sûriyê ye, ji Adara sala 2011’an û vir ve hejmara mirovên di operasyonên hêzên rejîmê û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 101 hezar û 513 kesan.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku ji mirovên jiyana xwe ji dest dane 89 hezar û 644 kes sivîl in û ev yek dibe ji sedî 88’ê hejmara miriyan.
Li gorî rapora saziyê, ji sivîlên jiyana xwe ji dest dane 10 hezar û 914 kes zarok in, 9 hezar û 911 kes jî jin in. Hat ragihandin ku ev rêje ji rêjeya sedî 57 a mirina sivîlan di dema 2. Şerê Cîhanê de zêdetir e.
Di raporê de her weha bal tê kişandin ser kuştinên li girtîgehan û tê gotin ku 2 hezar û 964 girtî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Rapor diyar dike ku di pevçûnên li hemberî hêzên rejîmê de 11 hezar û 849 mûxalîfên çekdar mirine.
Li gorî daneyên saziyê, li Sûriyê serê her saetê 6 kes, rojê 135 kes, ji her du saetan carekê zarokek û ji her sê saetan carekê jî jinek jiyana xwe ji dest didin.
Di raporê de behsa mijara girtinan jî tê kirin û gotin ku hêzên rejîmê heta roja îro 215 hezar kes girtine û zêdeyî 80 hezar jî winda ne.
Di raporê de tê gotin ku di nava girtiyan de 9 hezar zarok û 5 hezar jin hene û hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dikin, wan birçî û tî dihêlin.
Rapor, di demeke ku hêzên Rojavayî yên bi pêşengiya DYE û Fransayê biryarên ji bo destwerdana leşkerî li Sûriyê wergirtine, hat weşandin. DYE diyar dike ku di bombebarana 21’ê Tebaxê ya li Şamê de rejîma Esad çekên kîmyewî bikar aniye û di vî warî de delîl di destê wan de hene. Rêveberiya Şamê jî tewanbariyan red dike û bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku pêşî li êrîşan bigire. Rûsya ya piştgiriyê dide rejîma Esad jî diyar dike ku agahiyên der heqê kîmyewî de tên ragihandin, baweriyê nadin.
Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di meha Tebaxê de daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê hejmara zarokên penaber ên derketine derveyî welat gihaştiye milyonekê û li nava welêt jî du milyon zarokan neçar mane cihê biguherînin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şer û pevçûnên du salan de zêdeyî 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ji van 7 hezar jê zarok in. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku li Iraq, Urdun û Libnanê 3 hezar û 500 zarok hene ku ne li gel malbatên xwe ne.