Li Tirkiyê yên ne tirkin kolene

Di civîna komîsyona lihevkirina destûra bingehîn ya Tirkiyê de nûnerên MHP û BDP nîqaşek tund kirin. Gotinên Mahmut Esad Bozkurt yê digot ’Kesên ne tirk kolene’ kete rojevê û Oktay Ozturkê MHP yî jî bi serê xwe erê kir. Li li ser vê yekê Meral Daniş Bêşdaşê BDP yî got Ozturk vê gotinê erê dike û got ’Hûn faşîşstin.’
Di civîna îro ya komîsyona lihevkirina destûra bingehîn ya Tirkiyê de parlamenretê BDP yê Batmanê Bengî Yildiz behsa pênaseya hemwelatiyê kir û gotinên nijadperest mînak da. Yildiz got ku li Tirkiyê Tirkbûn weke nasnameya jorîn tê dîtin û gotina Mahmud Esad Bozkurt ya ku digot ’Li Tirkiê kesên ne tirkbin kolene’ bi bîranî. Piştî axavtina Yildiz şêwirmendê komîsyonê yê nûnerê BDP’ê Meral Daniş Beşdaş axivî û got ku Oktay Ozturkê MHP yî bi serê xwe ev gotin erê kirine.
Her çend Ozturkê MHP yî diyar kir ku wî tiştek wesa negotiye jî Beşdaş îdîa kir ku wê dît û bihîst ka Ozturk çi gotiye. Ji ber vê ji Ozturk re got: ’Hûn faşîst û nijadperestin.’ Li ser van nîqaşan navber kete civînê.
Piştî navberê partiyan nêrînên xwe yên der barê hemwelatîbûnê de vegotin.
Di civînê de Bengî Yildiz axivî û diyar kir ku li Tirkiyê kesên ne Tirkin rastê hemû curê astengî û zoriyan dihên. Yildiz besa rûdanên di serê Kurdan, Yunan, Ermenan de hatine jî weke mînak nîşan da.
Rewanbej.net