Li Tunusê piştî kuştina parlamenterekê ji nûve xwepêşandan destpê dikin.

Li Tunusê piştî kuştina parlamenterekê ji nûve xwepêşandan destpê dikin.

Li Tunisê duyemîn bûyera kuştinê ya siyasî rû da. Piştî kuştina serokê opozîsyona çepgir Şukrî Belayîd ku beriya şeş mehan hate kuştin vê carê jî parlamenterê meclîsa damezrîner Mûhammed Brahîmî li ber mala xwe hate kuştin. Piştî vê rûdanê bi hezaran kes daketin kolanan û xwestin hikûmeta Ennahda îstifa bike. Eniya Gel ya koalîsyona çep jî banga dij derketina sivîl kir.

Bi destpêkirina qonaxa “Bihara Ereban” li Tûnisê di encama şoreşa Yasemîn de Partiya Ennahda ya Îslamî bû deshilatdar, lê belê piştî şoreşê heta niha li welat bûyerên kuştinê yên siyasî jî kêm nebûn. Kuştina serokê opozîsyonê Şukrî Belayîd ku 6’ê Sibatê li ber mala xwe hate kuştin, li gelemperiya welêt protestoyên mezin rûdabû. Malbat û xizmên Belayîd hikûmet û serokê partiya Ennahda berpirsyar nîşandabû.

Li Tunisê îro jî endamê meclîsa damezrîner Muhammed Brahmî li ber mala xwe rastî êrîşê hat, du kesên bi motorsîklet gule li Brahîmî reşand. Brahmî bi 11 fîşekan hat kuştin. Belayîd jî bi heman rengî hatibû kuştin. Berpirsyariya êrîşan çi kesî ne girt ser xwe.

Malbata Brahmî, ji bûyera kuştinê Ennahda berpirsyar dibîne. Xuşka Brahmî Şîba Brahmî got, “Ji xwe malbata me hestpê dikir ku ya hatiye serê Şukrî Belayîd dê bihête serê Mûhammed jî.”

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Gel Mûhsen Nabtî, bi girî li radyoyê daxuyaniyek da û got, “Mûhammed Brahîmî hat kuştin, li pêşberî hevser û zarokên wî gule li bedena wî hatin reşandin.”

Parlamenterê bajarê Sîdî Bûzîd Brahmî yê 58 salî, ji temenê xwe yê xwendekariyê ve, bi awayekî çalak xebatên çepgiriyê dimeşand. Bajarê Sîdî Bûzîd, weke cihê destpêkirina şoreşa Tûnisê ya sala 2011’an balê dikşîne. Brahmî ku Serokê berê yê Tevgera Gel bû, beriya niha bi demeke kurt partiyeke nû ya bi navê Attayar Eşaab (Herikîna Gel) ava kiribû. Brahmî bavê pênc zarokan bû. Brahmî rexneyên tund li hikûmetê dikir.

Di dema Bîn Alî yê bi Şoreşa Tûnisê têk çû, di navbera salên 1981 û 1986’an de du caran girtin. Brahmî, di dema dîktatoriyê de di sala 2005’a de bi awayekî dizî Tevgera Xwendekarên Ereb ên Yekitîparêz û Pêşverû ava kir û piştî rejîma Bîn Alî hilweşiya, Tevgera Gel damezrand. Roja 7’ê Tîrmehê ji ber endametiya xwe ya li nava Eniya Gel, ji vê tevgerê hate dûrxistin. Eniya Gel a bi însiyatîfa Şukru Belayîd hat avakirin, rêxistinên çep di bin sîwanê xwe de vedihewîne.

Kuştina Brahmî li 56. salvegera îlana Komara Tûnisê rast hat. Parêzer Mabrûk Hûrşîd got, “Di rojeke ku Komar Tûnisê dihat pîrozkirin de, parêzvanekî demokrasiyê bi xwînsarî hat kuştin.”

Rejîma Bîn Alî bi xwe jî newêrîbû serî li van kuştinên siyasî bide. Civaka Tûnisê ji kuştinên nû yên siyasî, gumanan dike. Şukru Belayid beriya bê kuştin dabû xuyakirin ku di destê hikûmetê de lîsteyeke mirovên werin kuştin, heye. Belayid her weha eşkere kiribû ku deshilatdariya Ennahda li Tûnisê kampên perwerdeyê ava kirine ku lê şervanan perwerde bike û bişîne Sûriyê.

Piştî Brahmî hat kuştin, bi hezaran kes daketin kolanên paytexta Tûnisê û li ber Wezareta Karên Hundur kom bûn. Tûnisiyên kuştinê protesto dikin, dixwazin hikûmet îstifa bike.

Piştî bûyera kuştinê, partiyên demkoratîk li gorî dema herêmê saet di 17.00’and e li avahiya Eniya Gel hatin cem hev û bang kirin ku bi dijderketina sivîl hikûmet were hilweşandin, Meclîsa Damezrîner bê betalkirin, hikûmeteke ji bo selameta gel bê avakirin û roja Brahmî bê veşartin, grêva giştî were îlankirin. Sendîkaya ÛGTT ku di hilweşandina rejîma Bîn Alî de roleke mezin lîst, da xuyakirin ku ewê di 26’ê Tîrmehê de biçin grêva giştî.

Ev bûyera kuştinê, di heman demê de li pêvajoyeke ku li Misrê mûxalefeta civakî rabû ser piyan û piştre darbeya leşkerî pêk hat, rast hat. Çawa ku Tirkiye, Erebîstana Sûdî û Qatarê piştgiriya madî û siyasî dan Birayên Misliman ên li Misrê, heman piştî dan Ennahda ya li Tûnisê.

Jêder ANF