Li Xormato du Pêşmerge şehîd ketin

Şeva bihurî di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ du Pêşmergeyên Kurd Şehîd ketin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidest keftî hêzên terorist di encama tengavbûna Rojavayê Kurdistanê de êrîşên xwe li aliyê Xormato pêk tînin.
Piştî pêşdeçûna hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê çeteyên terorist dixwazin li Başûrê Kurdistan wekî devera Kerkukê û Xormato êrîşan pêk bînin.