Li Zargelî çi qewimî? | Raport bi wêne

Di destên her yekî/ê de wêneyek heye, wêneyê dê, bav, bira û zilamên wan in. Hinek ji wan nikarin xwe li ser pê bigirin û bi tozê wer bûne. Piştî çend rojan hê jî bêhna cenazeyan û sewalên kuştî û şewitî ji gund tê.
Çiyayên şewitî û malên herifî paşmayiyên bombebarana firokeyên şerker yên Tirkiyê li gundekî (38) malî li binara Qendîlê ne.
Li gundê Zargelî me, şandeke parlemanarên HDPê jî li cîhê bombebaranê ne.
Roja şemiyê 01ê Tebaxê, di encama êrişên hewayî yên dewlet Tirkiyê bo ser gundê Zargelî bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku ji wan kesan du gerilayên PKKê bûn.
Dewleta Tirkiyê dibêje: ”zanyariyên tam li ber destê wan hebûne ku baregaheke hêzên PKK hedef girtine.”
Lê berdevkê KCKê Zagros Hîwa derbarê bûyerê dibêje: ” hevalên me li gund nînin, piştî bombebaranê ji bo hevkariya xelkê xwe gehandin gund û di encama bombebarana duyem de du hevalên me jiyana xwe ji dest dan.”
Gotinên xelkê herêmê, şahidên bûyerê û malbatên qurbaniyan û îdiayên dewleta Tirk ne qet ne wek hev in!
Cêgir Cebar Xidir ku çar kes ji endamên malbata vî di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane dibêje: ”Dema firoke hatin ez di xew de bûm, saet derdora 3:50 ê serê sibê bû, hevalekî telefona min kir û got: dengê teyareyan tê, ber bi aliyê we tên. Ji ber ku gelek caran firoke li binarê Qendîlê digerin min zêde mesele cidî negirt û cardin serê xwe danî ku razêm, ji nişkêve dengê teqîneke mezin hat. Ez gêj bibûm, bi lez rabûn û min jin û zarokên xwe ji mal derxistin. Piştre ber bi mala bavê xwe ve çûm. Hewar hewar a bavê min dihat, di bin dar û kevirên herifî de mabû, dengê mamekî min jî dihat.
Dengê diya min jî dihat, ji her derê dengê hawar û nalînê dihat. Çiqas li diya xwe geriyam min nedît. Min bavê xwe jî derxist, cardin vegeriyam malê. Min dît diya min li ser bermala nimêjê ketiye û timam bûye.
Me bi hevkariya gundiyan û çend hevalan birîndar û kuştî derdixistin ku cardin firoke hatin û dest bi bombebaranê kirin. ”
Cêgir dibêje: ”firoke du caran hatin û cara pêşîn heşt bombe û di êrişa duyem de du caran çar bombe barandine ser gund. Bi bombeya dawî bêhna me çik bû û nefesa me dernediket.”
Muxtarê gundê zargelî, İsmaîl Ula Qadir dibêje: ”Gundê Zargelî ji (38) malan pêk tê û baregahên PKK ji gund dûrin û tenê xelkê sivîl di gund de dijîn. Cîh û baregahên PKK diyar in. Qadir dide zanîn ku di encama wan êrişan de heşt mal bi temamî wêran bûne.”
Di nava qurbaniyên êrişa hewayî ya dewleta Tirk de hevwelatiyekî xelkê rojhilatê Kurdistanê (Necîb Bîglî Ezîzî) jî heye, hevjîna vî dêbeje: ” Cara pêncem e ku em derbider bûne û herî dawî min hevjînê xwe ji dest da: Cara pêşîn em çûne bakurê Kurdistanê, lê ji ber zextên dewleta Tirk em mecbûr man piştî çend mehan cardin vegerin rojhilatê Kurdistanê, piştî heyamekî me berê xwe da başûrê Kurdistanê, lê ji ber pirsgirêka îqametê em çûn kampa penaberan a Mexmûrê û herî dawî me berê xwe da gundên binara Qendîlê, zilamê min kasib bû û dikaneke vî hebû.”
Osman Baydemîr li ser navê şanda parlemantarên HDPê dibêje: ” dê çavdêriyên xwe û şahidiya xelkê herêmê, ji radeyar û berpirsên Herêma Kurdistanê, parlementoya Tirkiyê û dadgehên navnetewî re rabigehînin. Ne tenê Tirkiye, lazime cureyên çekên ku di bombebaranê de bikar hatine û welatên ku ev çek dane dewleta Tirk jî bêne diyar kirin û lêpirsîn ji wan bê kirin .”
Qayimiqamê qeza Soran, Kirmanc İzet dibêje: ” Tu hencetek ji bo lêdan û kuştina xelkê sivîl nayê qebûl kirin û li gor ”Convention de Genève” heta ger baregahên hêzên PKKê jî li herêmê hebin, hedef girtina xelkê sivîl tawan e. ”
Ev ne cara yekem e ku firokeyên şerker yên wan gundiyan û xelkê sivîl dikene amanc.
17ê Tebaxa 2011ê çend kîlometran ji Zargelê vêdetir, li Kortekê firokeyên şerker erebeyeke sivîl a gundiyan hedef girtin û di encamê de heft kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
WÊNE