Lîceyê Destwerdana Tund

Lîceyê Destwerdana Tund

Li Lîceya Amedê xelkê gundê Hêzanê ku 20 km dûrê Lîceyê ye, li dijî avakirina qereqolê xwepêşandan pêkanîn. Li ber şantiya qereqolê cendermeyan mudaxeyeke tund kirin. Di encama destwerdana cendermeyan de kesê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn.

Eve demeke li Kurdistanê li dijî avakirina qereqolên nû gengeşiyek heye. Evro piştî nîvro li gundê Hêzanê ya Lîceya Amedê xelkê gund hete ber şantiyeya qereqola nû meşiyan û bi molotofan agir berdane xêmeyên şantiyeyê. Hêzên ewlekariya Tirk jî bi bombeyên gazê destwerdanekê tund kirin û gulle berdane hewayê. Di encama detwerdanê de xwepêşandêrek mir û 9 jî birîndar bûn. Hate zanîn ku rewşa du birîndaran girane.

Piştî agahiyên vê bûyerê dengveda Hevseroka BDP’Ê Gultan Kışanak û parlementera Wanê ya BDP’ê Aysel Tugluk çûne Lîceyê. Der barê rûdanan de Tugluk daxiyanî da û diyar kir ku li gor agahiyên gehiştiye destê wan, xwepêşandan li dijî avahiya nû ya qereqola gundê Hêzanê çêbûye û leşkiran jî gulle berdaye ser xwepêşandêran. Di encam de xwepêşanderê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne. Tugluk da zanîn ku ew dê bicin cihê rûdanan û agehiyên berferef bigrin.

Piştî van rûdanan Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan, Komeleya Mafê Mirovan û hin saziyên din yên civakî şandeyek şandine Lîceyê. Şendeyê di gel dozgerê ku bo lêkolînan çûye qereqolê hevdîtinek pêkanî. Li gor agehiyan ji ber van rûdanan rêya Amed û Çewligê bo demekê ji bo hatin û çûnê hatiye birîn.

Ji aliyê din ve yek jê endamê rêveberiya PKK’ê Bêrîtan Dersim bi rêya telefonê beşdarê Nûçe TV yê bû û diyar kir ku ew vê destwerdanê weke derbeyekê li dijî pêvajoya çareseriya dibînin. Dêrsim got ku di vê pêvajoyê de ji ber nebûna şer û pevçûnan hemû kes ketiye nava rehetiyekê û weha pêde çû; ’Em vê bûyerê weke provakeyê dibînin. Divê AKP ji bîr neke ku heger me zêde jîmijûl bikin em bo vê yekê tehemmûlê nakin.

Der barê rûdanên gundê Hêzanê de parêzgarê Amedê Cahîd Kiraç daxiyaniyek fermî belav kir û da zanin ku ku di rûdanan de kesek miriye û 9 kes jî birîndarin. Kiraç diyar kir ku evro piştî nîvro komekê qelebalix yê xelkê gund li ber qereqolê civyane û daxwiyaniyeka çapemeniyê aşkira kirine. Piştî daxwiyaniyê komê bi molotof û keviran êrîşê qereqolê kirine. Kiraç îdîa kir ku di nav xwepêşandêran de kesekê bi çek êrîşê karkerên şantiyeya qereqolê kiriye û agir berdane xêmeyan. Ji ber vê jî hêzên ewlehiyê bi armanca parastinê dertkariya xwepêşandêran kiriye. Di encama pevçûnê de kesek bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest daye û du jê giran neh kes jî birîdar bûne.