Lijneya şopandina rastiyan ber bi Rojava ve bi rê ket

Lijneya şopandina rastiyan ber bi Rojava ve bi rê ket

Lijneya şopandina rûdanên Rojava ber bi Rojava bi rê ketin. Di lijneyê de 8 kes hene û ji nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên.

Li gor nûçeya Rudawê lijneya şopandina rûdanên komkujiyê yên Rojava ber bi Rojava birêketin. Dirûstkirina lijneya şopandina rastiyan piştî nameya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ku daxwaz ji komîteya amadekar a kongreya netewî kiribû lijneyekî şopandina rastiyan ji bo Rojava dirûst bikin. Ji bo rastiya bûyerên rojavayê Kurdistanê lêkolîn bikin û bi taybet jî pirsa komkujiya li dijî kurdên Rojava.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berî niha bi fermî ragihandin ku bi ti awayî razî nabin lijneya lêkolîna rastiyan serdana Rojava bike û bi bihaneya ku ev di xizmeta dijminên kurdan de ye.

Ev helwesta PYDê di civîna roja şemiyê ya lijneya amadekar a kongreya netewî de hat guftûfogokirin. Di civînê de li ser logoya kongreya netewî rêkeftin çêbû û biryar hat dayîn ku 20ê tebaxê dema dawî ya kongreya netewî ya kurd bê diyarkirin. Piştî guftûgoyên dirêj û gelek hevdîtinên li ser vê yekê, PYDê di civîna îro ya komîteya amadekar a kongreya netewî de pejirand ku lijneya şopandina derxistina rastiya komkujiya derbarê rojavayê Kurdistanê serdana Rojava bike.

Li gor nûçeya Rûdawê, ji Qendîl û bakûrê Kurdistanê 2 nûner û ji rojhilatê Kurdistanê jî nûnerek beşdarî wê lijneyê bûne. Herwiha nûnerekî serokatiya Herêma Kurdistanê, nûnerekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û nûnerekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wekî nûnerê başûrê Kurdistanê beşdarî wê lijneyê bûne. Biryare nûnerê PYD û Partiya Demokrat a Kurd (El-Partî) wekî kesên rê nîşan bidin, ligel wê lijneyê serdana Rojava bikin.