Madonna jî gote Obama şer nefiroşe Suriyê

Madonna jî gote Obama şer nefiroşe Suriyê

Stara popê ya bi navdar ya Emerîkî Madonna jî jiberiya êrîşeke çekdarî ya li ser Suriyê dike.

Stara popê ya navdar ya Emerîkî Madonna ku weke dijberê şer dihête nas kirin, bi rêya torbenda civakî ya facebookê peyamek weşand û diyar kir ku ew naxwaze Emerîka êrîşê Suriyê bike. Madonna di peyama xwe de got: ’Emerîka, bi navê mirovahiyê ji Suriyê dûr be.’ Ev peyam Madonna hemû heskiriyên wê jî mat kir, ji ber ku ew weke alîgirekê Obama dihate nas kirin.

Beriya niha jî stara popê Madonna li dijî rêveberiya George Walker Bush kardanewe nîşan dabû û ew şibandibû Sedam Hisên.

Ji aliyê din ve stranbêja navdar ya Emerîkî ya 22 salî Azelia Banks jî li ser navnîşana xwe ya  Twitterê bi zimanek tund rexne li Emerîkayê girtin.

Banks diyar kir ku hêjta zelal nebûye ka kê li Suriyê çekên kimyewî bi karaniye û got: ’Divê Emerîka bi şixulê xwe ve mijûl be. Heger Obama destkariya Suriyê bike êdî çi caran reşik nikarin bibin serokekê Emerîkayê.’

Rewanbej.net