Mahmûd Osman: Divê Îran dest ji darvekirina ciwanên Kurd berde

Mahmûd Osman: Divê Îran dest ji darvekirina ciwanên Kurd berde

Nerazîbûna li hember bidarvekirina ciwanên Kurd û girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir dibe. Siyasetemdar û parlamenterê Kurd yê parlamena Îraqê Mehmûd Osman jî der barê ê mijarê de nerazîbûna xwe anî ziman.

Parlamanterê parlemana Îraqê û siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman li hember bidarvekirina ciwanên Kurd yên ji alîyê komara îslamî ya Îranê ve li ser tora civakî ya Facebookê peyameke nerazîbûnê weşand û bi tundî helwêst û kirdara hikûmeta Îranê şermezar kir.

Mehmûd Osman di peyama xwe de got: ´´Ez bi tundî bidarvekirina çalakvanên Kurd yên li Kurdistana Îranê şermezar dikim. Eve kiryareke li dijî yasa û rênimayên mirovahiyê ye û binpêkirina mafê mirovane. Herwiha vê peyamê jî dide me ku rejîma Îranê qet li pey çareserkirina pirsa Kurd bi rêya aştiyane û siyasî nagere.´´

Osman di peyama xwe de çalakiyên li hember bidarvekirinê jî silav kir û got: ´´Ez destxweşiya hemû gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku berdewambûn li ser mehkûmkirina vê tawanê û nîşanadana nerazîbûnê.”

Osman di peyama xwe de daxwaz ji serokomarê Îranê, Hesen Rohanî kir ku pêşî li van qetlan bigre û rê nede zarokên Kurdan bihêne sêdaredan. Osman got: ”Nemaze Rohanî wusa xwe nîşanê civaka Îranê daye ku kesayetiyekî guhertinxwaz e û rêjeyek pi ji dengê xelkê Kurdistanê di hilbijartina serokomariyê de bidest xistiye.´´

Siyasetmedarê Kurd û parlemanterê parlemana Iraqê Mehmûd Osman banga xwe ji bo civaka navdewletî jî weha anî ziman: ´´Herwiha nabe civaka navnetewî derheq vê binpêkirina mafê mirovahiyê ya rejîma Îranê de bêdeng bimîne.”

Hejayê gotinê ye ku Îranê di dema dawî de 3 çalakvanên siyasî yên Kurd yên bidarve kiribûn.