Malikî diçe Êranê

Malikî diçe Êranê

Rawêjkarê ragihadina serokwezîrê Êraqê aşkira kir ku serokwezîr serdana Êranê dike û wê di civînên li gl berpirsên wî welatî de pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj bike.

Îro rawêjkarê ragihandina serokwezîrê Êraqê Elî Musewî di beyannamekê de ragihand ku dawiya vê heftê serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî bi serdaneke fermî serdana komara îslamî ya Êranê dike.

Musewî amaje bi wê yekê jî kir ku di serdana xwe, Malikî wê li gel berpirsên bilind yên wî welatî de pêşvebirina pêwendiyên navbera herdu welatan û meseleyên navçeyê gotûbêj bike û di heman demê de ewê pîrozbahiyên xwe bi bona destbikarbûnê pêşkêşî serokê Êranê Hesen Ruhanî bike.

Ev serdana Malikî pêştî wê yekê tê ku serokê Şepola Sedrî, Muqteda sedir duh 30/11 ragihandibû ku Êranê jêre gotiye ew razî nînin ku Nurî Malikî bo cara sêyem bibe serokwezîr û aşkira kir ku Şepola Sedrî ne li gel wê yekê ye ku Malikî carekî din bibe serokwezîrê Êraqê.

Ev serdana Malikî yekem serdane bo Êranê piştî ku Hesen Ruhanî buye serokê wî welatî.