Malikî hate Hewlêrê

Malikî hate Hewlêrê

Evroj berî nîvrojê serokê wezîrên Iraqê Nurî Malikî gihijt firokexaneya Hewlêrê û ji slîyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, cihgirê wî Kosret Resul û serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Malikî bi firokeyeka leşkerî hatiye Kurdistanê û biryare kombûn di navbera komîteyên hevbeş ên navbera Hewlêrê û Baxdadê de bihê sazkirin.

Herweha dê serokê herêma Kurdistanê û serokê wezîrên Iraqê kombûnekî bi hev re saz bikin

Jêdara nûçeyê: Peyamner.com

Ev demeke peywendiyên navbeyna Kurd û Ereban gelik rengên cûrbecûr werdigre. Ji ber arîşeyên petrolê, desthilatiya li ser Kerkukê û gelik mijarên dîtir yên parvenekirina desthilatî û hatiniyên aborî û binpêkirina peyman û yasayên hevbeş alozî di navbeyna Kurd û Ereban de derketibûn, hetanî bi hatina hêzekî zêde ya leşkerên iraqê ji bo devera Kerkukê û amadeyiyên şer yên hêzên leşkerî yên Kurd. Berî bi çend heftiyekî piştî ku ev bûyer hate jiyandin Serokwezîrê herêma Kurdistan birêz Nêçîrvan Barzanî berî bi mehekê serdana bexdayê kiribû, bi vê hevdîtinê û pêngava siyasî peywendiyên navbeyna Desthilata Kurdan û ya Ereban nerm bûbûn, beramberî vê pêngava giring êdî malikî jî evro serdana Herêma Kurdistanê kir.
Rewanbej.com