Malikî jina Kurd ji wezîfeyê dûr xist

Malikî jina Kurd ji wezîfeyê dûr xist

Jina Kurd ya birêveberê banka bazirganî ya Îraqê Hemdiye Caf bi fermana Nurî Malikiyê serokwezîrê Îraqê ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Li gor nûçeya Xendan li ser fermana serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî biryar hatiye dayîn da Hemdiye Caf ji birêveberiya banka bazirganî ya Îraqê bihête dûrxistin. Li gor nûçeyê kesekî nêzîkê din yê Malîkî li cihê wê hatiye danan.

Li gor nûçeyê nivîseke fermî ya emîndariya giştî ya encûmena wezîran ya Îraqê ku naveroka û hejmar û dîroka wê jî di destê Xendanê de ye, bi fermana Malîkî Hemdiye Caf li birêveberiya banka bazirganî ya Îraqê hatiye dûrxistin û kesekî nêzîkî Nurî Malikî li cihê wê danaye.

Bi riya banka bazirganî ya Îraqê hemû pereyên wezaretên hikûmetê ji wê bankeyê diçin bankeyên derve. Ji ber wê jî ew banke ji bo aborî û darayî taybete.