Maweya tezkeraya Suriyê di parlmena Tirkiyê de hate erê kirin

Îro di lîjneya giştî ya parlamena Tirkiyê tezkereya der barê destûra destwerdana Suriyê xiste dengdanê û ev destûr bi dengên partiya AKP û ya nijadperest MHP hate erê kirin. Di nava tezkereyê de xala şandina leşkerên Tirk bo Suriyê jî heye.
Di lîjneya giştî ya parlamena Tirkiyê de maweya wê tezkereyê salek din jî hate dirêj kirin ku tê de destûra destwerdana Suriyê dide hikûmetê. Ev tezkere salek berî hatibû qebûl kirin û ji bo dirêjkirina demî serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di 1’ê Cotmehê wajo kiribû û şandibû parlamenê.
Di rûniştina parlamenê de, beriya dengdanê partiyan helwestê xwe yê li hember vê tezkereyê anîn ziman. Parlamenterê MHP’ê yê Enqereyê Tugrul Turkeş got ku, ew piştgiriya tezkereyê dikin. Nûnerê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken jî diyar ku, ew dê dengê ’na’ bikar bînin. Nûnerê partiya Komar CHP’ê Faruk Logoglu jî got ku pêdiviya Tirkiyê bi şerên nû nîne, lê bi aştiyê heye.
Îdrîs Balûken daxuyand ku polîtîkayên Tirkiyê yên li hemberî Sûriyê bi giştî xeletin û ji ber vê jîtêk çûne. Balûken diyar kir ku AKP li Sûriyê bûye alîgirê şer. Bi vê tezkereyê jî vê rastiyê fermî dike.
Îdrîs Balûken behsa alîkariya AKP ya ji bo rêxistinên ser bi El Qaîdê yên weke El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê kir û got ku AKP aşkira piştgiriya şer dike. Başûken rewşa Kurdên Rojava jî anî ziman û got ku Kurdên Rojava hewil didin bixwe rêveberiya xwe ava bikin û da zanîn ku AKP gemaro dixwe ser Kurdan û destûr neda pêwîstiyên jiyanî bihêne pêşwazî kirin.