Mehmûd Osman bang li Serokatiya herêmê û PKK’ê kir da qeyrana Rojava bidawî bikin

Mehmûd Osman bang li Serokatiya herêmê û PKK’ê kir da qeyrana Rojava bidawî bikin

Li gor nûçeya malpera Peyamnêr siyasetmedarê Kurd û parlemanterê Îraqê yê ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanê Dr Mehmûd Osman daxwaz ji serokatîya herêma Kurdistanê û berpirsên PKK dike ku hewl bidin ku rewşa aloz û qeyranîya Rojavayê Kurdistanê çareser bikin.

Mehmûd Osman di peyamekê de ku li ser pêgeha xwe ya li ser tora civakî ya Facebookê weşandiye û daxwaz ji her du alîyên xudan karîgerî li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Osman weha gotiye: ´´ di demekê de ku Kurdên Rojava di rewşeke sext ya jîyanê û dorpêça aborî û giriftên din de dijîn, milmilanîya di navbera hêzên siyasî û bi karanîna tundûtîjî dijî hev, rewşê xirabtir dike.´´

Mehmûd Osman her wisa di der barê egera çêbûna şerê navxweyî li Rojavayê Kurdistanê jî gotiye:´´em hemû şerên navxweyî şermezar dikin, jiber ku hêla sore û me di berê de gelek zerar dîtiye. Daxwaz ji alîyan dikem ku dawiyê pê bihînin û arîşeyan bi diyalog çareser bikin û dûr bikevin ji hewlên ewan rejîmên ku dijî armancên rewa yên Kurd in.´´

Mehmûd Osman destnîşan dike ku serokatîya herêma Kurdistanê pêşengiya rêkevtinnameya Hewlêrê kiriye û her weha PKK jî rol heye di vê parçeya Kurdistanê de. Osman daxwaz dike ku hewlên xwe zêdetir bikin bo çareserkirina rewşa aloz ku gelek zerar li tevgera netewî ya Kurd dide.

Çavkanî: Peyamnêr