Merîwanî li dijî bidarvekirinê meşiyan

Merîwanî li dijî bidarvekirinê meşiyan

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê, xwepêşandan hat lidarxistin lê xwepêşander rastî êrişa hêzên ewlehiyê hatin. Hat gotin 2 kes hatine girtin.

Li gorî nûçeya malpera KurdPayê, doh (05.11.2013) li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, meş û xwepêşandanek li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ve hat lidarxistin.

Li gorî nûçeyê, xwepêşandan rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên rêjîma îslamî hat. Hat gotin ku 2 xwendekarên bi navên Wirya Tase û Dana Lencawayî hatin girtin.

Di nav çend rojên borî de gellek girtiyên kurd bi taybet girtiyên siyasî yên mîna Hebîbula Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî û Şêrko Mearifî bi hêceta têkdana ewlehiya millî û “şerê li dijî Xudê” ji aliyê Îranê ve hatin bidarvekirin.

Rudaw