Merkel: Geşedanên li Tirkiyê tirsinakin.

Merkel: Geşedanên li Tirkiyê tirsinakin.

Angela Merkel diyar kir ku heta ev rewşa li Tirkiyê wesa berdewam be ew dê helwesta xwe ya tund neguhere. Merkel der barê endamtiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê jî daxuyanî dan.

Serok wezîrê Almanyayê Angela Merkel beriya ku Meclîsa federel bikeve betlaneyê li Berlînê civîneka çapemeniyê encam da. Dicivînê de Merkel bersiva pirsên rojnamevanan da. Merkel li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku geşedanên li Tirkiyê tirsinakin û got: ’Hêvîdarim ku mirovên li Tirkiyê dijî mafê xwe yê xwepêşandanan bi azadî bikar bihînin.’ Merkel rexneya xwe ya mûdaxeleya polîsan ya tund jî dubare kir û peyama vê çendê da ku heger Partiya Yekitiya Demokratîk ya Xirîstiyan carek din bibe desthilat ew dê helwesta xwe ya tund ya li dijî beşdarbûna Tiriyê ya Yekitiya Ewropayê bidomînin.

Rewanbej.net