Meşa bîranîna Siwasê destpêkir

Meşa bîranîna Siwasê destpêkir

Ji bo bîranîna 20’emîn salvegera 33 rewşenbîrên ku di 2 Tîrmeha sala 1993’yan li otêla Madimaka Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan evro li Sêwasê meşek dihête lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal û Wakfa Hacî Bektaşê Welî ve dihête organîze kirin bi piştgiriya 67 saziyên medenî vê sibê li ber Mala Cem ya Seyrantepeyê destpêkir. Girseya ku li ber mala cem kom bûn bi çalakiyên hemereng behsa daxwazên Elewiyan kirin. Li gor agahiyan bi hezaran kes ji bajarên din beşdarê vê meşê dibin.

Meşa ku ji bo bîranîna 33 rewşenbîrên di otêla Madimakê de jiyana xwe ji dest dan dihête kirin, bi dirûşma ’me şerm nekir emê şerm nekin’ destpê kir. Meşvan ber bi otêla Madimakê ve dimeşin. Di meşê de pankartên ku li ser nivîsa ’Bila Madimak Bibe Muzexaneya Şermê, Ji bo hemwelatiyên azad tarîtiya AKP’ê perçe bikin, Agir ji xwe şerm kir, yên agir peyda kirin şerm kirin lê yên şewitandin ji xwe şerm nekirin’ hatin hildan.

Di dema meşê de çalakvanan dirûşmên ’Dê ronahiya Sêwasê kêm nebe, Kesên Sêwas şewitandin damezrênerê AKP’ê ne, Her der Taksîme’ qêriyan û wêneyên rewşenbîrên ku di otêla Madimakê de jiyana xwe ji dest dan, hildan.