Meşa piştgiriya Referandûmê ji Duhokê berbi Hewlêrê destpê dike

Meşa piştgiriya Referandûmê ji Duhokê berbi Hewlêrê destpê dike


Îro ji aliyê komek Kurdên ji herçar aliyên Kurdistanê bi destpêşxeriya Peymangehê Firat ya Lêkolînê û \"Înîsiyatîfa Xwebexşên Kurdistanê\" de kom bûyî, meşa piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê destpê dike.

Dilxwazên beşdarî meşê dibin dixwazin bala raya giştî bikşînin ser Giştpirsîya Serxwebûnê û dixwazin gundên li ser rêka xwe di vî warî de ronak bikin û berfireh zanyarî bidin wan.

Eve demeke ji aliyê Înîsiyatîfa Xwebexşên Kurdistanê ve amadekariyên vê meşê têne kirine. Ji bo vê yekê li gel gelek sazî û dezgehên siyasî, çandî û ewleyiyê jî hevdîtin pêk anîn.

Di encam de biryar misoger bû û îro komek mirovên dilxwaz dê berbi Hewlêrê ve bikevin rê.

Însîyatîfa Xwebexşên Kurdistanê di dema fermana dawî ya Şengalê de, bi lezgînî ketibû nava tevgerê û beriya herkesî arîkariya adan û xwerin û kelûpelan gihandibûne berpalên çîyayê Şengalê. Bi derfetên xwe yên kesane, li gel wêya jî, ji gelek deverên cîhanê bi rêka nas û dostên xwe arikarî bo Kurdên Şengalê kom kirin û rasterast bi xwe birin çîyayê Şengalê.

Meşa îro dê bi daxuyaniya rojnamevanîyê û li Parka Samî Evdirehman ya Hewlêrê bidawî bibe.

Hate nukirin

18:15

Koma berbi Hewlêrê ve ketî rê ji nêzîkî 60 kesan pêk tê. Vana piraniya xwe xortin lê belê hindek jin jî beşdarî meşê dibin. Armanca yekem ya komê ewe li nêzîkî Şêxanê îşev navbeynê bidnê û şîva xwe li gel \"Hêza Agirî\" bixwin. Li gorî hate dazanîn hetanî neha piştgirîyeka ewlekariyê û hanaguzariyê nehatiye dîtin. Koma meşê hertiştekî bi derfetên xwe birêve dibin.