Mesûd Barzanî: Cudakirina Silêmaniyê xeyale

Mesûd Barzanî: Cudakirina Silêmaniyê xeyale

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand hewlekî têkderane heye bo cudakirina Silêmanî ji Herêma Kurdistanê û wê yekê jî bi xeyal wesif dike, her weha ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwest ku hilbijartinên encûmena parêzgehan bêne encam dan.

Îro Mesûd Barzanî peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kir û têde ragihand: “Ev demeke di mîdyayên Kurdistanê de çend gotin û behs têne belav kirin ku yekbûna Herêma Kurdistanê dikin armanc û destkeftên gelê Kurdistanê rûbirûyê metirsiyê ye û li gel arasteya netewî û berjewendiya bilind a netewî de naguncê.”

Di peyama xwe de Mesûd Barzanî dibêje: “Ev curên gotin û nêrînan di çarçoveya hewlekî têkderane de ye bo cudakirina Silêmanî li Herêma Kurdistanê eve jî di demekê de ye ku serkirdayetiya siyasî di hewlên berdewam deye bo cîbicîkirina madeya 140 û vegerandina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din ên derveyî Herêmê weku beşekî resen ji Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêmê cext li wê yekê dike ku ev curên gotin û axaftinan tenê wek xeyal yan xewnekî ehrîmenî dibînin ku di xeyala hindek kesan deye û berovajî vîna gelê Kurdistanê ye. Gelekî bi run û aşkira û bi tundî em cext diin ku yek parçeyiya Herêmê xîza sore û nabê li jêr tu rewşekê û bi tu armancêk dest bavêjinê.

Li dawiya peyama xwe de Serokê Herêmê daxwaz ji hikûmeta Herêmê dike ku: “Tişta bê kirin bi bê dereng xistin hilbijartinên encûmena parêzgehan bête encam danê.”