Mesût Barzanî li gel komîteya amadekar ya kongreya netewî civiya

Mesût Barzanî li gel komîteya amadekar ya kongreya netewî civiya

Serokê herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî îro li gel komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd civîya. Di kombûnê de Mesûd Barzanî tekez kir, ku Pêwîste hemû alî berjewendiya gelê Kurd bikin bingehê karkirina xwe û hemû pêkve weke tîmekê kar bikin. Her weha Barzanî daxwaz kir ku ku çi kes hewl nede  xeta partîya xwe li ser karê komîteyê bisepîne.

Li gor nûçeya Ajansa Peyamnêr (PNA) îro serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî li gel komîtya amadekar ya kongreya netewî civînek pêk anî. Di vê civînê de qonaxa yekem ya karê komîteya amadekar hate encamdan. Barzanî daxwaz ji hemû alîyan kir ku weke nûnerê neteweya Kurd kar bikin, ne ku weke nûnerê hizb û alîyên siyasî.

Di civînê de Barzanî tekez kir ku divê berjewendiyên gelê Kurd bikin bingeha karkirina xwe û hemû pêkve weke tîmekê kar bikin û kes hewl nede ezmûn û acendaya partîya xwe bi ser karê komîteyê de bisepînê. Barzanî palpiştiya xwe ji bo hemû pêngav û qonaxên sazkirina kongreyê ragihand û dubare kir ku rola wî komkirin û kar hêsanî û piştevanîya serxistina karê kongreya neteweyîya Kurde û divê komîteya amadekar û hemû alîyên siyasî di guftûgoyên berdewam de bin ji bo serxistina kongreyê.

Di mijareke din ya civînê de endamên komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd, dîtin û nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê alîyên teknîkî yên kongreyê de pêşkêş kirin û li ser wê nerîna hevbeşbûn ku pêwîste armanca hemû alîyekê serxistina kongreyê be û nabe çi alîyek rê bi xwe bide astengî ji bo karubarê kongreyê dirust bike. Ji ber ku hemû Kurd û dostên Kurd li seranserê cîhanê li benda vê pêngava dîrokî ne ku alîyê siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê sazkirina kongreya netewî ya Kurd dest pêkirine.

Endamên komîteya amadekar diyar kirin ku ji bo çawayiya sazkirina kongreyê, komîte bi tenê karê teknîkî û îdarî dike, ne ku biryara siyasî li ser erk û mijar û biryarên kongreyê dide. Ji bo wê yekê hemû alîyan daxwaz kirin ku weke tîmekê kar bikin û ji niha ve asteng bo serxistina kongreyê dirust nekin. Her wiha hemû alîyan bawerî û dilhêsayî dane Serok Barzanî ku karê serxistina sazkirina kongreya neteweyîya Kurd berdewam dibe.

Jêder PNA