Mesût Barzanî subê serdana Bexdayê dike

Mesût Barzanî subê serdana Bexdayê dike

Li gor nûçeyekê ajansa nûçeyan ya Peyamnêr (PNA) serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî sûbe dê serdana Bexdayê bike û li gel serok wezîrê Îraqê Nûrî Malîkî hevdîtinekê encam bide.

Li gor nûçeya Peyamnêr, berpirsekê hukumeta herêmê ragehandiye ku serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî geşta xwe ya Rusya û Firansayê sûbe bi serdanekê fermî digehe paytexta Îraqê Bexdayê û li gel serok wezîrê hukumeta îraqê Nûrî Malîkî hevdîtinekê encam bide.

Çavkanî radigehîne ku dê Mesût Barzanî rêzecivînan di gel siyasetmedarên Îraqê jî bike û di civînan de dê behsa pirsgirêkên Îraqê û her weha arîşaya di nevbera hukumeta herêmê û ya hukumeta navendî de gotubêj bike.