Mesut Ozil ji ber “Nijadperestî“ yê, xwe ji tîma Elmanya vekişand

Mesut Ozil ji ber “Nijadperestî“ yê, xwe ji tîma Elmanya vekişand

Lîstikvanê navdar yê Elmanî û nijada xwe Laz, Mesut Ozil bi daxuyanîyeka fermî ya di torbendên civakî de, vekişîna xwe ji tîma netewî ya Elmanyayê ragihand. 
Mesud Ozil, him berîya leyistinên Şampîyona Cîhanî ya gokê û him jî piştî wê di rojeva raya giştî ya Elmanyade bû. 
Vekişîna Mesut Ozil û daxuyaniya wî ya dûvdirêj, di medyaya Elmanya de berfireh cî girt. 
Lîstikvanê Elmanî û nijadê xwe Laz di daxuyaniya xwe de ragihand ku wîya, ji ber helwest û êrîşên nijadperestî, alîgiriyên nijadî dest ji tîma Elmanya berdaye.
Ozil li ser Serokê Federasyona gokê ya Elmanya Reinhard Grindel û piştgirên wî jî rexneyên tund derbirîn û weha got; 
-Di çavên wan de dema em bi ser dikevin ez Elmanim, dema em bi bindikevin jî ez penaberim. 

Ozil derbirî ku binkeftina tîma Elmanya ya di yariyên cîhanî de jî dixwazin wekî tawana wî pêşan bidin. Ozil diyar kir ku bi rêka telefon, nameyên elektronîk û torbendên civakî, li wî û malbata wî gef hatine xwarin. 

Lîstikvanê Elmanî Ozil di mehên bihûrî de li Londonê li gel Serokkomarê Dîktator yê Tirkiyê wêne girtibûn û vê yekê jî hêrseke mezin bi raya Elmanî ve dabû çêkirinê. Di encama vêya de, raya giştî ya Elman û medyaya Elmanî rexneyên tund li lîstikvanê Elman û bingehê xwe Tirk girtibûn. 

Hola gokê, ne hola siyasetê ye, lê belê hola werzişê û di heman demê de bazirganiyeka mezine. Ji ber dewra xwe ya navnetewî, di gokê de nijadperestî nayête kirinê. Lê belê wekî hemî deverên jiyanê, di warê gokê de jî, dijî gelê Kurd û lîstikvanên Kurd êrîş û alîgiriya ku ji aliyê Komara Tirk û gelê tirk ve tête kirinê, hîna jî berdewame. 


Piştî xwe vekişîna Ozil, medyaya Elmanî li ser rewşê şirove kirin. Serokê Dadê yê Elmanya Katarina Barley bi rêka twitterê daxuyanî da û got; Eger ku Lîstikvanekî jîr û jêhatî yekî wekî Ozil, dibêje federastyona gokê ya Elmanya ji ber nijadperestiyê wîya naxwaze û êdî li vî welatî nayête xwestin, wê çaxê rewş kambaxe. 

Cem Ozdemir jî ragihand ku wênegirtina Ozil li gel Erdoxanî şaş bû ûş daxuyaniya Ozil jî têra derbirîna rewşê nake. 

Navdarekî Partiya Demokrat ya Xirîstiyan Thomas Bareiss jî li Ozil rexne girt û got; tawanbarkirina -Nijadperestî û bêrêziyê- ne di cîdaye. 

Rojnameya Elmanya Bildê jî weha şirove kir; Ozil kêf digre ku dewra qûrbanî bilîze lê belê ev lîstina wî bi rastiyê ve tu têkiliya xwe tune. 

Dema em rewşa Ozil tînine ber çavan, him ji aliyê Elmanya ve, him ji aliyê Ozil û raya tirkan ve, nijadperestiyeka kur derdikeve holê. 

Lîstikvanê Kurd Denîz Nakî, him li Tirkiyê rastî êrîşên dirinde hat, him jî li Elmanyayê ratî êrîşekî çekdarî hat. Ji ber nijadperestiya tirkan ya tund û kur, lîstikvanê Kurd ne karî li gorî pîvanên cîhanî gokê bilîze. 
Ji aliyê rejîma dîktator ya Tirkiyê ve, him li Tirkiyê, him li Kurdistanê rastî êrîşên dirinde hat. 
Di heman demê de dema Denîz Nakî li Elmanyayê, nêzîkî bajarê Aachenê rastî êrîşa çekdarî hat jî, ew hêrs û helwesta tund ya dijî nijadperestî û alîgiriya di nava gokê de, ji aliyê Elmana ve jî bi têrayî nehate pêşandan. 

Hola gokê, ne hola siyasetê ye, lê belê hola werzişê û di heman demê de bazirganiyeka mezine. Ji ber dewra xwe ya navnetewî, di gokê de nijadperestî nayête kirinê. Lê belê wekî hemî deverên jiyanê, di warê gokê de jî, dijî gelê Kurd û lîstikvanên Kurd êrîş û alîgiriya ku ji aliyê Komara Tirk û gelê tirk ve tête kirinê, hîna jî berdewame. 
Lîstikvanekî wekî Ozil ku li Elmanya hatiye dinê û di tîmên navnetewî de dilîze, dikare li gel dîktatorekî wekî Erdoxan rûnê û kincên xwe yê gokî dîyarî bidiyê, li gel vî helwest û hewldanên nijadperestî, hîna jî dikare di nava tîmên navnetewî de bilîze. Lê belê dema, dijî vê kiryara xwe helwestê tun dibîne yekser dikare xwe ji tîma Elmanya vekişîne. 

Nijadperestî, nexweşîyeka dijî mirovbûnê ye, lê belê nijadperestiya herî xirab dijî gelê Kurd tête kirinê.