Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyîne Dikin

Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyîne Dikin

Du meteroîdên ku di sala 1998an de daketibûn li ser rûyê erdê, xwediyê wê taybetmendiyê ne ku li cihê daketine, bibin çavkaniya vejiyînê û ev jî ji analîza nû diyar bûye.

Ji her du meteroîdên ku ji banê ezmanê jorîn daketibûn li ser rûyê erdê, meteroîdek di meheya adarê ya sala 1998an de li Texasa (Teksas) Amerîkayê û meteroîda din jî di meheya tebaxê de li Fasê hatibûn dîtin. Di her du meteroîdan de jî krîstalên şor/bixwêy dihêne dîtin û analîza li ser meteroîdên şor encamên nû yên pirr balkêş diyar kiriye.

 

1.) Meteroîd bi taybetmendiyên xwe çavkaniya vejiyînê ne.

Lêkolîner diyar dikin ku her du kevirên ji fezayê daketine, him xwediyê ava ron (şilokî) e û him jî ji pêkhateyeke organîk pêk dihên û bi vê şêweyê dikarin bibin destpêka jiyaneke nû û wê jiyana nû bêrawestan berdewam bike.

Cara pêşin e ku vedîtina meteroîdeke bi her du taybetmendiyê pêk dihêt. Lêkolîner Queenie Chanê ji Open Universty wiha dibêje; “Meteroîd xwediyê taybetmendiyên organîk e û bi ava ron re pêkhateyek çêdibe ku ev jî li her koşe û kenarê fezayê dikare bibin çavkaniya jiyaneke nû.”

Lêkolîner di ezmûngeheke ya li Kalîforniyayê ye, bi rêya x-rayê krîstal parçe û dû re jî zirav kirine ku ji porê meriv ziravtir bûne. Bi vê awayê vedîtina madeyên di krîstalê de pêk hatiye. Madeyên organîk yên hatibûne vedîtin, ji asîdên amînî pêk dihên ku proteîn, karbon, oksîjen û azot pê çêdibe.

 

2.) Dibe ku meteroîd ji rojgereke dûr daketiye li ser rûyê erdê.

Bi vedîtina meteroîdê û xebatên li ser meteroîdê pêk hatiye, diyar nabe ku li dereke din jî derfetên vejiyînê heye, lêbelê îhtimala li ser rûyê rojgereke din vejiyîn zêde bûye. Lêkolîner diyar dikin ku meteroîd, ji rojgereke din ya li dûr e daketine li ser rûyê erdê û dibe ku rojgera li dûr bi çêbûna pergala rojê re çêbûye.

Lêkolîner dema xebatên xwe li ser krîstalên şor yên ji rengê hêşin û mor in pêk dihînin, dibînin ku her du meteroîd ji heman çavkaniyê hatine. Dibe ku asteroîdên xwediyê her du meteroîdan dem û dewraneke pirr berê veguhastina madeyên hev û din pêk anîne.

 

3.) Guman jê nîne ku ava ron, 4,5 mîlyar salî ye.

Temenê ava ron ku bi xêra mîkroskobê hatiye vedîtin, û ya pergala rojê nêzikê hev û din in û her du jî kêmzêde 4,5 salî ne. Lêkolîner bi fosîla vizekekê ya di kehrîbanê de veşartî mabûye, muqayese kirine.

Biyomolekûl û hin cureyên prîmitîv yên candar dikarin bi heman şêweyê di molekûlên xwêyê de veşartî bimînin. Guman jê nîne, bi xebatên berfireh yên li ser krîstalên şor yên ji rengê hêşin û mor in, encamên pirr balkêş yên nedîtî û nebihîstî eşkere bibin.

Çavkanî: Science Alert