Mexdûrên erdheja Wanê di rojiya mirinê de ne

Mexdûrên erdheja Wanê di rojiya mirinê de ne

Li ser erdheja Wanê re 2 sal derbas bûn. 20 nîşteciyên Wanî ji ber ku daxwazên wan nehatine bicîhanîn beriya 18 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çlakvanan li ser bêxemiya berpirsan çalakiya xwe vegerandine rojiya mirinê.

Mexdûrên erdheja Wanê ji ber eve 2 salin daxwazên wan nehatiye bi cîhanîn û hêşta jî di konteyniran de dimînin dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakvan dibêjin heta bersiva daxwazên wan nedin dest ji çalakiya xwe bernadin.

Ji çalakvanan Îsa Goren diyar kir ku eve 18 rojin det bi gereva birçîbûnê kirine û heta niha jî çi berpirsekê pirsa halê wan nekiriye. Goren got: ’20 malbatên li vê derê biryar dan ku dest bi vê çalakiyê bikin. Heger em bimrin jî ji vê derê ranabin. Walîyê ku Edremîtê dimîne her roj ji vir derbaz dibe lê naxwaze halê me bibîne.’ Gonen da zanîn ku tenê ew daxwaza avahiya xwe dikin û got: ’Hun mal û pareyan didin penaberên Suriyê ma nikarin 120 malbatên vê derê jî xudan bikin? Eve rika li beramberê me ye? Dewlet dixwaze çi bike?’

Gulten Turgut jî diyar dike ku bi tevê 20 hevalê xwe ev biryar dane û heta pirsgirêkên wan çareser nebe dest ji çalakiya xwe bernadin. Ji çalakvanan Abdurahman Altintaş jî got ku dilê wî bi batirî kar dike lê dîsa jî ew bi dilsozî beşdariya vê çalakiyê dike.

Rewanbej.net