Microsoft Paint piştî 32 salan tê rakirin

Microsoft bernameya xwe ya wênekariyê ya 32 salî ji nav pergalê radike. Microsoft bi nûkirina pergala xwe ve bernameya wênekariyê ya navdar Microsoft Paint ê radike.
Paint a Microsoft ê sala 1985 ê bi şêwaza xwe ya yekem ketibû nav pergalê. Bi pêşketina bernamegerî û teknîkê ve êdî Paint nikare bersiva bikarhêneran bîne û kevin bûye.
Piştî nûkirina bernameya Microsoftê him Paint, him Outlook Express bi tevayî ji pergalê têne derxistin.
Microsoft bi bernameyên pêşketîtir wekî Paint 3D pergala xwe dewlemend dike.