Mihemed Şêxo kiye?

Mihemed Şêxo kiye?

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9’ê adara 1989’an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

 

 

Bandora Mihemed Sêxo li ser muzîka kurdî

 

Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

 

Berhem

 

Ay Gewrê

Cana min/Sînem

Koçê Me Barkir

Gulîzar

Ey Felek/Kewê

Ême

Dil Perîşanım

Nesrîn

Ay Lê Gulê

Nalinêk

 

Çend gotinên Konê Reş li ser Mihemed Şêxo

Çend gotin di bîranîna 25 saliya Hunemend Mihemed Şêxo de
Konê Reş
Mihemed Şêxo; mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû. Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor êş û janên gelê xwe dibijartin, bi hevre dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul, xem, kef û şahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî akam û bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û evînê.
Qamişlo, 09.03.2014

 

 

Berheva malpera Mezopotamya û Lêkolîna Mahmut Begik

Mahmut BEGÎK /Nivîskar-Lêkolîner

Dema mirov di derbarê jîyana însanek de bixwaze binivsîne, pêwîste pêşîyê mirov ji malbata wî, paşê ji hevalên wî û di dû re jî ji pispor û dîrokzanan bipirse.
Ez li ser jîyana Mihemed Şêxo gelek rawestîyam û pêşê min di 9ê Sibata 2010an de bi rêya telefonê ji birayê wî, ji Baha Şêxo pirsî. Baha Şêxo li Swêdê li bajarê Ûpsalayê dijî.
Bi dû re jî ez û kek Mehdî Mutlu bi hev re rûniştin û her tiştê ko me li ser jîyana Mihemed Şêxo dizanibû, me yek bi yek rêz kirin. Temenê ew stranbêjê kurd 41 sal bûn û di 9ê Adara 1989ê de çûbû ser dilovanîya xwe. Îro jî salvegera bîranîna nemir Mihemed Şêxo ye.

Mihemed Şêxo, di sala 1948an de li gundê Xecokê yê li ser bajarê Qamîşloyê hatiye dinyayê. Ev gund li başûrê Qamîşloyê 20 km ye. Di malbatê de bi tevî Mihemmed Şêxo 6 bira û 6 xwuşk in. Ew birayê herî mezin e. Navê wî yê temamî Mihemed Salih Şêxmûs e.

Mihemmed Şêxo berê li ber destê melayê gund bi erebî dixwîne û di erebî de zahf zîrek bûye. Paşê em dibînin ko stranên erebî jî dibêje, yan jî car caran bi erebî diaxife. Ev jî dibe îspata vê babetê.

Perwerdeya xwe heya pola 9ê li Qamîşloyê dike û pişt re dev jê berdide. Sal 1967ê û şerê Îsrail û ereba ye. Lê şer ne sedem e ko Mihemmed Şêxo dev ji dibistanê berde, sedema bingehîn rewşa aborîya malbatê ye. Malbat nikare wî rêke dibistanê. Dema ko diçe mektebê emrê(temenê)wî gelek mezin e. Bavê wî bi baxçeyên xelkê nîvekarî digirt û her carê li gundek dixebitîya.

Bavê Mihemed Şêxo bi xwe dengbêj bû. Ji xwe li ser dengbêjîya Mihemed Şêxo esas bavê wî tesîr kirîye. Di dema xwendina xwe ya li Qamîşloyê de fêrî tembûrê dibe. Lê dema Mihemed Şêxo li tembûrê dide, melayê gund û der û dora wî zorê didin ser bavê wî, da ko Mihemed Şêxo li tembûrê nede. Li gor bawerîya wan melayan tembûr heram bû.

Dema ew li Qamîşloyê dixwend, Aramê Tîgran dinase û li stranên Aramî guhdarî dike û pêre jî dibêje. Ew, Aramî weke pireke di navbeyna stranên klasîk û nûjen de dibîne.

Rojek Mihemed Şêxo ji Qamîşloyê tê gundê xwe. Dibîne ko apê(mamê) wî tembûrek çêkiriye. Apê wî dibêje eger tu bizanibî li tembûrê bixî, ezê vî tembûrê bidim te. M. Şêxo li tembûrê dide û stranan jê re dibêje. Li ser ev qabîlîyeta wî, apê wî tembûrê dide wî. Lê mixabin bi tembûrê şa nabe. Çima? Melayê gundî dikeve hindir. M. Şêxo tembûrê dixe pişt xwe da mela tembûrê nebîne. Ji bo ko şerm e. Lê tembûr dişkê.

Di dema xwendina xwe de çavên wî diêşin û diçe Helebê ji bo çavên xwe emelîyat bike. Ew pereyên ko dide ji bo emelîyata çâvên xwe û berçavka xwe, hemû bi alîkarîya hevalên wî yên dibistanê têne komkirin.

Di dema xwendina xwe de pêwendiyên wî bi qominîstan re çêdibe. Nabe endamê wan lê ji ber zulma axayan ko qominîst jî li dij axayan bûn, bi wan re danûstandinê wî çêdibe. Axayê gund bi xwe jî pismamê Mihemed Şêxo ye.

Di sala 1957an de Partîya Demokrat a Kurdên Sûrîyê tê damezrandin ko heya îro jî ew partî berdewame, ne rasterast bi partîyê re lê bi zilamên der û dora partîyê re dikeve nav têkilîyan.

Di dawîya sala 1969 û serê sala 1970an de diçe Beyrûdê. Ji bona ko perwerdeya amûrejenî û dengbêjî li Sûryeyê qels e. Li Beyrûdê perwerdeya mûsîqî dibîne. Du salan li Yekîtîya Hunermendên Lubnanê ya erebî dixwîne. Dîploma xwe ya amûrejenî û dengbêjîyê distîne.

Li Beyrûdê bi komên muzîkî yên kurdan re pêwendî datîne. Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Teyîb Tahir, Şêrîn Mele, Remezan Omerî û Rifetê Darî berîya Mihemed Şêxo çûbûn Beyrûdê û li wir bi berpirsiyarîya Seîd Yûsif, KOMA NEWROZê damezrandibûn. Pêwendiyên wî li gel ev Koma Newrozê hebûn.

Paşê pêwendîyên wî bi koma SERKEWTİN re çêdibe ko ew kom ji alîyê Kemal Şambaz ve hatibû damezrandin. Mihemed Şêxo li Lubnanê jî bi qaçaxî dima.

Stranên ko yekem car ji alîyê Mihammed Şêxo ve hatine gotin yên Yûsif Berazî ne. Yûsûf Berazî bi navê Bê Behar jî helbestan dinivîsand. Her weke:

a-      Hebs û zîndan kûr û tarî, xewa min nayê.

b-      Aman dilo.

c-      Gulîzar.

d-      Di baxên dîlber im sorgul.(Ev helbest ya Cegerxwîn e. Awaz ya Yûsûf Berazî ye.)

Yekem car bi van stranan navê wî belav bûbû. Li Lubnanê hin ji xelkên sivîl wî rehet nedihiştin. Eware zivirî Sûrîyê.

Mihemed Şêxo bi qederê 2 mehan li şîrketa Rimêlan ya petrolê kar dike. Şîrket grûbeka muzîkê datîne da ko Mihemed Şêxo jî serpereştiya wê bike. Partîya Baasê her sal şahîya xwe çêdikir. Jê re dibêjin Hereketul Teshîhîye. M. Şêxo naxwaze tevî vê şahîyê bibe. Berîya ko şîrket ew ji kar derxe, dev ji şîrketê berdide û tê mala xwe rûdine.

M. Şêxo di dawetan de kilaman digot. Li darxistina şevan jê re qedexe bû. Dema di dawetan de stranan digot, ji bo demên kurt dihate girtin û lêdan û tade zêde didît.

Di sala 1972an de ji bo tomarkirina dengê xwe diçe radyoya Bexdayê. Li wir gelek kesên kurd dinase. Yên wek Mihemed Arifî, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Şemal Tahir. Ji helbestvanan Sebrî Botanî û Xelef Zêbarî dinase. Ji yek meheke zêdetir li Bexdayê dimîne. Lê piştî ko dizivire Sûrîyê nav û dengê wî bêtir belav dibe. Li Bexdayê stranên wî yên ko tomar dibin hinek ji wana evin:Carek min dîbû gewrek, Aman dilo, Min bihîstî tu nexweşî, Azad e şîrîn.

Piştî ko nav û dengê Mihemmed Şêxo ji radyoya Bexdayê bilind dibe û dengê wî tê bihîstin, dewleta Sûrîyê jê acizîya dike. Dewleta Sûrîyê Mihemed Şêxo dibin Şamê û ji wir jî dibin Beyrûdê. Jê re dibêjin tuwê neyê Sûrîyê. Lê M. Şêxo dizivire Sûrîyê û careka din berê xwe dide Bexdayê. Sal 1973ê li Bexdayê çend stranên xwe yên din jî tomar dike. Evana ew çend stranên wî yên ko di sala 1973an de hatine tomarkir in:

a-      Ez bûme pîrê xemcivîn(Helbest ya Sebrî Botanî ye).
b-      Mixabûna vê jînê.(Helbest ya Sebrî Botanî ye).
c-      Dil kuştîye awirê çavên wê(helbest ya Cegerxwîn e).
d-      Deh û yek Adar (Helbest ya Mele Ahmedê Namî ye). Lê ne bi maqamê dawî hatiye gotin.
e-      Çûme nav baxçê gula. (Helbest ya Cegerxwîn e).
f-       Aso. Ev stran ya Tehsîn Taha ye. Lê dema M. Şêxo strana Aso dibêje Tehsîn Taha jê re dibêje ko ew kîjan kilamê dibêje, xelk wê kilamê wek ya wî dizane. Ango dibe ya Mihemmed Şêxo.

M. Şêxo ji Bexdayê diçe başûrê Kurdistanê. Li Bexda û Kurdistanê bi tevahî 3 mehan dimîne. Diçe seredana Mele Mistefa Barzanî. Barzanî kêfxweşiyeka germ lê dike. Bi hev re gelek diaxifin. Li gora gotinên hin kesan, dibêjin ko Barzanî 4-5 cara strana “Êmê, ser mezinê aqil kêmê” pê daye gotin. Lê em rastîya vê bûyerê bi temamî nizanin.

Di heman demê de diçe seredana televizyona KERKÛK TV. Û 2 stranên wî dikin weke klîp. Yek ji wan “Dil kuştîyê awirên çavên te” ye. Ev televizyona bi navê TV ya KERKÛKê reş û sipî weşana xwe dikir.

Mihemmed Şêxo di sala 1974an de li Sûrîyê tê girtin û gelek tadeyê dibîne. Dema ko tê malê ji birayê xwe Baha Şêxo re dibêje kîjan mêvanên me werin tu pêşwaziya wan bike. Navên wan bipirse û ji min re bibêje. Eger ew wan nasbikira, dihate cem wan. Hetta dema ko erebeyek dihate ber malê ew direvîya nava erd da ew, wî nebînin. Xwe vedişart heya ko wan binasiya.

Cara dawîyê ko dewlet ew berdide tê malê, xwe li ser lingên xwe nagire. Zahf lêdane. Çermên lingên wî bi gora wî ve dizeliqîn. Ji mîdeya xwe xwîn diavêje. Naxwaze dê û bavê wî di halî de wî bibînin. Diçe mala xwuşka xwe ko gundê wê nêzîkê gundê Mihemed Şêxo ye. Li mala xwuşka xwe hêj nûh gora xwe derdixe û lingê xwe derman dike. Li mala xwuşka xwe: “Di zîndanê dinalim ez ji sibê de heta êvarê.” dinivsîne û beste dike.

Di salên 1973 û 1974an de carna stranek di teybekê de gotiye û hatiye qeydkirin. Bes wê stranê carekê gotîye. Stranên wî yên bi ev rengî gelek in.

Careka din di sala 1974an de ew digrin. Hêzên ewlekarîyê jê re dibêjin emê tilîyên te jêbikin. Ew dibêje “ger hun tilîyê min jê bikin ezê bi zimanê xwe bibêjim.” Dibêjin emê zimanê te jî jêbikin. Şêxo dibêje “ezê bi çavên xwe bibêjim.” Xelkê min dizane bê ka çavên min ji wan re çi dibêjin. Dibêjin ko ew dê çavên wî jî derxînin.

Di binçavkirineke din de ji Mihemed Şêxo re dibêjin “te kengê başûr, bakûr û rojhilatê Kurdistanê xelas kir were emê Kurdistana Sûrîyê bidin te.”

Êdî tehemmula Mihemmed Şêxo ji gef û tadeyên dewletê re namîne. Biryara xwe dide ko biçe derve. Her dem digot ko wê biçe Almanyayê. Dema ko diçe, tenê helalîya xwe dixwaze û nabêje wê biçe ku. Piştî çûyîna xwe bi mehekê xeber dide malê ko hêj nûh mal dizane ew li başûrê Kurdistanê ye. Dema ko çûbû başûr sal 1974 bû û şerê navbeyna kurdan û ereban car din dest pê kiribû. Dewleta Îraqê peymana 11ê Adarê neanîbûn cîh. Demsal payîz bû.

Mihemed Şêxo carna li baregehên Partîyê dima, car carna jî li malan.  Ew jî weke pêşmergeyan her tim cîh diguhert. Heta carekê ji ber şerî tembûra wî şikiya bû.

Wexta şerê 1974an destpêkir li ser kurdan gelek giran bû mal. Di sala 1975an de Peymana Cezayîrê ya 6ê Adarê di mabeyna Saddam Husên û Şahê Îranê de hate îmzekirin. Bi vê peymanê, helwesta sîyaseta navneteweyî li hemberî kurdan dîyar bû. Barzanî û hevalên xwe biryar dan ko şerî rawestînin. Piranîya xelkê sivîl û pêşmerge derbasê Îranê bûn. Mihemmed Şêxo jî bi pêşmergan re, weke pêşmergeyekê derbasê Îranê dibe.

Mihemmed Şêxo di têkçûna şerê başûr de, sala 1975an bi zaravayê soranî jî stranan digot. “Er Erom” strana wî ya bi nav û deng e ko bi soranî gotîye.

Şerê kurda di sala 1976an de bi navê Şorişa Gulanê car din dest pêkir. Dema pêşmerge, di şer de birîndar dibûn, wan tanîn pişta cepheyê. Mihemed Şêxo diçû ba wan û ji wan re stranan digot. Pêşmerge bi wî halê xwe yê birîndar dixwestin car din herin şer bikin.( Husnî Haco vê bîranînê  ji Baha Şêxo re gotiye.)

Dema li Îranê, Husnî Haco ji Mihemed Şêxo dipirse bê ka ew dixwaze here Almanyayê yan na? Lê Mihemmed Şêxo terka welatê xwe nake û dibêje ko ewê neçe.

Li Îranê kaseta xwe ya yekem tomar dike. Di serê kasetê de dibêje “Ji Mahabadê ji kanîya xwîna şehîdan.” Di vê kasetê de:

-“Xortên me lê ne bê jimar” got. Ev helbest ya Ahmedê Şêx Salih e. Ahmed sax e û ji Eyndîwerê ye. Du(2) dîwanên xwe dişîne başûr û dema ji çem derbas dibe dîwanên wî dikevin avê û nagihîjin çapê. Ahmed jî bi vê meseleyê zêde aciz bûye.

Dema kaseta wî ya yekê li Îranê tê tomarkirin, dewleta Îranê dixwaze kasetê bide hev da belav nebe. Lê heya ew dizanin kaset belav dibe. Ew kaset gihîşte her devera Kurdistanê.

Mihemed Şêxo demekê li Kerecê dimîne. Kerec nêzî Tehranê ye. Dewleta Îranê ew ji Kerecê sirgûn dike ji bo bajarê Gunbetê Kawus. Ev bajar li qerexê Behra Hazarê(Xezar) ye. Li bakûrê Îranê ye û li wir kurd pir kêm in. Ji Tehranê 9 seet dûr e. Li wir weke kurdeke Iraqê mamosteyîya musîkê dike. Di sala 1977an de mamosteyîya zimanê erebî dike. Li wir dizewice. Xezûrê wî pêşmergeyê Qazî Mihemmed bû û ji xelkê Mahabadê bû.

Li Gunbetê Kawus kurek jê re çêdibe bi navê Bêkes. Lê ew najî. Paşî Felekê jê re çêdibe. Keç e. Ji ber wê ye jê re dibêjin ’Bavê Felekê’.  Paşî 2 kurên wî çê dibin. Îbrahîm û Birûsk. Li wir di çarçoveya qanûnê penahindan de maaşê xwe jî distend.

Li Îranê Mistefa Etrûşî dinase. Mistefa li Esfehanê dima. Kurdê başûr e. Helbestvan bû. Mihemed Şêxo 22 helbestên wî dike stran: Gava Ez Mirim Gelî Zindiyan, Dayê Dayê, Dilvîna Min ji helbestên Mistefa Etrûşî hinek in.

Li Îranê dû caran xwestin wî bikujin. Sala 1981an bû. Dewleta îslamî nedixwest M. Şêxo li tembûrê bide. Li gora wan tembûr heram bû. Malbata wî her gavê nobeta wî digirt da nederkeve derva û neyê kuştin.

Ew her tim Quranê dixwend. Tefsîra Quranê dikir û dersên zimanê erebî dida. Dersên olî dida xelkê. Li îranê fêrî zimanê farisî dibe û dîplomeya xwe digre.

Li Îranê em nizanin ji kîj radyoyê, lê ji beşê kurdî jê re teklîfek tê. Dibêjin peyva Kurdistanê ya ko di stranên te de derbas dibe, tu dê biguherînî û bikî gulîstan. (Ev bûyer ji alîyê Berzan Şahsiwar ve ji Baha Şêxo re hatîye gotin.) Ji bo vê yekê pereyek zêde ji Mihemmed Şêxo re tête teklîfkirin, lê ew qebûl nake. Ev helwesta wî dide nîşankirin ko şexsîyeta wî ji hunera wî zêdetir bûye.

Di sala 1979an de xebereke nexweş tê Sûrîyê. Dibêjin ko Şahê Îranê Mihemed Şêxo îdam kirîye. Ew 6 meh bû ko kesek ji wî û malbata wî agahdarî nedigirt. Lê ev mesele derew derket. Dema ko jê name tê Sûrîyê, xelk şahî dike û demançe berdidin û dîlanê digerînin.

Li Îranê 4 kasetan tomar dike. Di nav wan kasetan de “Nesrîn” û “Kewê xortê serê çiya” hebûn ko nivîsarê wan Xelefê Zêbarî bû.

Mihemed Şêxo heya dawîya sala 1982ê li Îranê dimîne. Di 26/12/1982an de tevî jin û zarokên xwe tê Şamê. Li otêlê dimîne.  Lêkolîna wî ya ewlehîyê 7 roj dewam dike. Ji dewletê re dibêje “Ez berîya 9 salan ji vir derketibûm. Ger hun min qebûl nekin ezê ji vir bizivirim.” Dibêjin na, neçe. Li vir jî gelek guherandin çêbûne. Li otêlê gelek xelk diçe seredana wî. Her weha birayê wî Baha jî di wê demê de li Şamê esker e û tim diçe ba birayê xwe. Piştî 7 rojan wî berdidin.

M. Şêxo di 04/02/1983an de tê Qamîşloyê. Tevî ko sermaye jî, ji xelkê kurd gelek kes tên pêşîya wî û zarokên wî. Xelk ji kêfan sîlehan diteqîne. Hella hella ye. Xanima wî Soran e. Ew wisa dizanibû ko xelk sîlehan berra Mihemmed Şêxo dide. Çima? Ji bo ko ew bi kurmancî nizanibû. Paşî jê re dibêjin mesele çiye.

Li Sûrîyê di sala 1983an de kasetek derdixe bi navê “Ez Bûm Firar”.  Piranîya kilaman ji helbestên Yisuf  Berazî bûn. Li malê ew tomar kir.  Ji 1983an heya 1986an her sal kasetek tomar dike. Bi tevahî 14 kasetên wî hene. Lê car caran yeko yekûyek stranan gotîye û paşî van stranan qet negotîye. Eger mirov vana jî hesab bike, belkî li dora 20 kasetan bigîjin hev.

Di sala 1984an de birayê wî Baha jî pêre li kemanê dixe. Kasetek dadigre. Ev kaseta wî, bêtir ji helbestên Seyda Tîrêj û Bêbehar(Yisuf Berazî)hatiye dagirtin. Ev kaseta wî bêtir bi navê “Lê lê Ciwanê” meşhûr bû.

Mihemmed Şêxo li ser zîndana Amedê jî strabû. Yisuf Berazî li ser zîndana Amedê helbestek bi navê “Eman û eman, ez bûm warê xeman” nivisîbû. Mihemmed Şêxo vê strana hanê jî got.

M. Şêxo ji xwe re xanîyeke dikire. Nîvê perê xanî dide û nîvê din jî bi deyn dimîne. Bi alîkarîya birayê xwe Bahayî bi zor û zahmetî xanîyên xwe xelas dikin. Di wî temenê xwe yê mezin de diçû daweta da bikaribe pere qezenc bike û bikaribe debara mala xwe bike.

Kaseta wî ya bi navê “Sebrê” di sala 1985an de hate tomarkirin. Bêtir ji helbestên Seyda Tîrêj, Bêbehar û Emerê Lalê hatîye dagirtin. Emerê Lalê ji Dêrika Hemo ye û li Zaxoyê dijî. Emerê Lalê bi navê Rêncber jî helbesta nivisandîye. Hin ji helbestên wî li jêr in:

a-      Hay lê gulê gula min î,
b-      Yarek min heye,
c-      Xem û xeyalêm te ez revandim,
d-      Peymana min şêrîn yar e,
e-      Perwîn keça nûgihiştî,
f-        Kedera min çendî ciwan e rengê gulê.

Strana ’Sebrê’ jî folklorîye.

M. Şêxo û birayê wî Baha bi hev re dibin weke ekîbek. Lê paşî dev ji strangotina di dawetan de ber dide û nabêje. Aciz bûye.

Di sala 1984an de li Efrînê bi Seydayê TÎRÊJ re tevlî pîrozkirina NEWROZê dibe. Hemû kamerayên ko dîmenên roja Newrozê pê hatine kişandin ji alîyê polêsan ve têne berhevkirin. Tenha yek xortek dikare tevî kameraya xwe bireve û xelas bibe. Paşî ew kaseta newrozê di nav xelkê de belav bû. Di heman Newrozê de bi Seydayê Tîrêj re diçin Şamê. Li wir jî tevî şahîya Newrozê dibin.

Kaseta wî ya dawî sala 1986an belav bû. Ji vê kasetê 2 helbest yên Ahmedê Şêx Salih bûn. Yên din jî yê Cegerxwîn bûn.

a-      Ciwane, azade, şiyar bûm ko konê reş xwîya kir. (Ahmedê Şêx Salih)
b-      Cana min cana min. (Ahmedê Şêx Salih)
c-      Ey felek ka ew birc û serayên te. (Cegerxwîn)

Strana pêşîn xwedî bûyereke nexweş e, ko Ahmedê Şêx Salih li ser nivîsîye. Kurê Ahmedê Şêx Salihî Lîseya Dêrikê xelas kiribû. Rojek diçe ko dîplomeya xwe bigre û were malê. Di dagera xwe de qeza dike û wefat dike. Haya Ahmed jê nîne ko ew qewimandin hatîye serê kurê wî. Dema tê malê dibîne ko konek reş hatîye vegirtin û binê konê tijî ye ji xelkê. Bi wan hestên xwe yên bavîtî nivîsandîye.

Di sala 1986an de M. Şêxo û birayê wî Baha Şêxo bi navê TOMARGEHA FELEKÊ li ser rêya Amûdê ji xwe re cihekê vedikin. Lê ji ber hin sedeman û zor û pêdanên hêzên ewlekarîya dewletê nahêlin ko her dû bira ji xwe re karekî bikin. Di talîyê de tomargeha wan tête morkirin û dest datînin ser hemû cîhazên wan û ew jî ji holê radibe.

M. Şêxo berîya wefata xwe li ser helbesteke Bedirxan Sindî dixebitî ko meqam bidê. Lê dawî lê neanî. Navê helbestê “Şermîne Dil” e.  Dirêj e û li dora 45 deqîqeyan e. Baha Şêxo xebatê li ser helbestê dike û piştî wefata birayê xwe wê diqedîne.

9ê Adara sala 1989 an bû. M. Şêxo berîya 4 rojan rakiribûn nexweşxanê. Lê paşê wî anîbûn malê. Ji bo jîyana wî tu hêvî nemabû. Di 04.30ê sibê de Mihammed Şêxo diçe ser dilovanîya xwe. Xelkê ko pê dihesin dikişin mala M. Şêxo. Di heman rojî de cenazeyê Mihemmed Şêxo, ji alîyê bi deh hezaran kurd û Kurdistanîyan ve li goristana Hilêlîyê dispêrine axa sar.

Hin helbestvanên ko Mihemed Şêxo ji wan re straye:

Bêbihar(Yusuf Berazî)
Sebrî Botanî
Cegerxwîn
Tîrêj
Mistefa Etrûşî
Emerê Lalê(Rêncber)
Ahmedê Şêx Salih
Xelefê Zêbarî
Ferhad Etmo
Adil Seyfeddîn