MîhracUral: Erdoganê dîktator, tu ji Antakyayê çi dixwazî!

MîhracUral: Erdoganê dîktator, tu ji Antakyayê çi dixwazî!

Serokê Rêxistina Azadiya Hatayê û ya Mukaveme-i Suriyê Mîhrac Ural ku di heman demê de weke berpirsê teqînên li Reyhanliyê ji dihête dîtin,  li ser malpera xwe ya facebookê gef li Erdogan xwar û bang li alîgirên xwe kir da ku Tirkiyê jî bikin weke Suriyê.

Serokê Rêxistina Azadiya Hatayê û ya Mukaveme-i Suriyê, Mîhrac Ural piştî kuştina ciwanê bi navê Ahmet Atakan ku di xwepêşandanên doh bi şev yên li Hatayê hate kuştin, li ser malpera xwe ya facebookê bangawaziya îsyanê kir. Ural gef li Erdogan xwar û bang li alîgirên xwe kir da ku Tirkiyê jî bikin weke Suriyê.

Mîhrac Ural di nivîsa xwe de dibêje Antakyayê zarokek xwe yê din wenda kir û ji bo serokwezîrê Tirkiy3e Erdogan jî dibêje: ’Erdoganê dîktator, tu ji Antakyayê çi dixwazî… Tu bi rêya selefiyên xwe li Suriyeya cîranê xwe xwîna birayên xwe dirêjî. Ma ev nebese, tu ji Antakyayê çi dixwazî.

Ural gefan li Erdogan dixwe û dibêje ma tu dibêjî qey ev gel li hember te ranaweste, bo te nabêje bes e. Emê bibînin. Ural bang li alîgirên xwe jî dike û dibêje êdî li hember qirkirinên Erdoganê dîktator bê deng nemînin, çi pêwîst be bikin. Divê hemû gelên ku ev ax bo xwe kirine welat, rabin serxwe.

Ural di nîvîsa xwe de dibêje ku ev banga wî bo parastina mafê jiyanê ye û em ji bo Erdoganê dîktator yê herêma me ji bo polîtîkayên emperyalîzmê organîze dike, bêjin raweste. Ji bo vê çi pêwîst be emê pêşkeş bikin…

Rewanbej.net