Mirina bûka 8 salî di şeva bûkîniyê de

Mirina bûka 8 salî di şeva bûkîniyê de

Li parêzgeha Hice a Yemenê keçeke 8 salî di şeva bûkîniyê de li gel hevserê temen 40 salî de jiyana xwe ji dest daye.

Malpera Meşhed Yemenî di nûçeyekê de belav kiriye ku keça bi navê (Rewan) a 8 salî bi zilamekî temen 40 salî re hatiye zewicandin û di şeva bûkîniyê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor malperê piştî zemawenda mêrê keçika zarok ew biriye otêlekê li bajarê (Herd)`ê û pêre ketiye têkiliyê û piştî birînên kûr di malka zaroka endamên mêyêne a keçkê de jiyana xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin ku ev rûdan berya 5 rojan encam daye û ew keçka bûk a temen 8 salî ji navçeya Mîdî ye.

Li hemberî vê rûdanê çalakvanan bang li hêzên ewlekariyê kirine ku zilamê 40 salî yê tawanbar ku bi keçkê re zewiciye desteser bike û malbata keçka zarok radestî dadgehê bike daku zewaca bi keçikên temen biçûk re li Yemenê bi dawî bibin.

rewanbej.net