Mirovên Herî Temendirêj li Kîjan Welatan Dijîn?

Mirovên Herî Temendirêj li Kîjan Welatan Dijîn?

Di dîrokê de mirovan ji bo ciwanbûnê gelek hewildanên cuda dane. Yek ji wan hewildanan jî bikaranîna îksîrê bû. 
Îksîr, şilemeniya ku berê jê dihat bawerkirin ku pê jiyan nemir dibe yan jî dermanekî taybet e ku mirov hem pê ciwan dibe, hem jî pê temenê mirov dirêj dike. 

Her çi qas mirovan dermanê temendirêjkirinê nedîtibin jî, di roja me ya îro de, li hinek welatan, li gorî welatên din mirovên li ser  temenê 71 salî dijîn hene. 

Japona

Li Japonyayê temenê mirovan 83 sal e. Giraveke bi navê \'\'Okînawa\'\' ku jê re dibêjin \'\'Warê nemiran\'\' ji ber ku mirov li wir temenekî dirêj dijîn, bûye navenda lêkolîna zanista temenê dirêj. Tê gotin ku li giravên başûr ên Japonyayê 400 mirovên ku temenê wan 100 salî ne hene.

Li vir raza temendirêjiyê xwarin e. Gelê herêmê bi taybetî tofu ( bi kelandina fasûlîyên soyayê û bi rêya haveynkirinê wê wekî penêr çêdikin) dûre dixin nava şorbe, şîrînî, xwarinên sorkirî û dixin nava gelek xwarinên din jî. 

Her wiha jiyaneke sosyal a kal û pîran heye ku dike ku di nava taxan de têkiliyên xurt ava bibin, bi vî awayî xwe ji stresê dûr dixin û rihê yekitiyê ava dikin. Bi vê ve girêdayî girîngiyê didin bikaranîn û hînbûna ziman jî.

Îspanya

Li Îspanyayê temenê dirêjtirîn 82 sal e. Îspanyolî ji bo parêzê ( xweparastina ji xwarinên qelewker) xwarineke bi navê \'\' Parêza behra spî\'\' dixwin. Ew xwarin bi rûnê zeytûnê, sebze û şerabê çêdibe. Tê gotin ku bandora vê xwarinê bi awayekî erênî li ser temenê wan ê dirêj dike.

Îspanyolî ji bo bêhnvedanê, piştî nîvro dikanên xwe di navbera saetên 14:00-15:00\'an de digirin û ew di vê navberê de sîestayê dikin. Îspanyolî ji bo bêhnvedanê 2-3 saetan tercîh dikin. Her wiha dema ku diçin cihekê yan peya diçin an jî duçerxeyê bi kar tînin.

Sîngapûr

Li Sîngapûrê temenê herî dirêj 83 sal e. Wisa tê bawerkirin ku li wir sîstemeke bi navê \'\'mûcîzeyî\'\' heye. Mirina zarokan û beravêtina jinan kêm çêdibe. Ev yek jî girêdayî bergiriyê ya tenduristiyê ye.

Li Sîngapûrê gelek navendên werzîşê hene. Bi vê ve girêdayî park û cihên egzersîzê jî hene. Gelê Sîngapûrê di warê werzîş û egzersîzê de gelekî bi pêş ketiye. Demek beriya niha ji bo kal û pîran, ji bo ku stresa wan kêm bibe û rewşa wan a tenduristiyê baş bibe, parkeke taybet a stresavêtinê çêkiribûn.

Her wiha li Sîngapûrê li gorî welatên din baca cixare û alkolê zêdetir e.

Swîsre

Welatê Ewropayê yê herî dewlemend e. Temenê mêran 81 sal e. Li Swîsreyê gelek navendên tenduristiyê hene. Gel, li gel vê jî pir penêr dixwe. Tê texmînkirin ku ev yek dibe sedema temenekî bitendurist û dirêj.

Li vir hevkariya karmendên biyanî û rûniştina cihê wan esas tê girtin. Dibistanên herî taybet ên cîhanê li wir hene. Ev jî dibe sedem ku malbatên ciwan berê xwe bidin wî welatî.

Her wiha yên ku bixwazin ji bo demeke kurt ji jiyana bajêr bi dûr bikevin, dikarin biçin Çiyayê Alpê anku biçin welatekî din ê Ewropayê.

Koreya Başûr

Li gorî lêkolînan temenê dirêjtirîn ên mirovan li Koreya Başûr 90 sal e. Ev jî wî welatî dike yekemîn ku kesên temendirêj lê dijîn. Li vir bandora aborî, pêşketina tenduristiyê bi awayekî erênî li ser temenê mirovan dike. Li vî welatî bûyerên tansiyona bilind li gorî welatên Ewropayê pir hindik e. Ev jî dibe sedema temendirêjiya mirovan.

Her wiha Koreyî wisa bawerdikin ku xwarinên fermentasyon(haveynkirî) temenê mirov dirêj dike û mirov ji nexweşiya penceşêrê diparêze.

 

​​​