Mirovên Qelp/Sixte

Mirovên Qelp/Sixte

Li dinyayê û dîrokê gelek cara meriv dibîne, hêza serdest gava nekarî, hêzeke, ol, netewe, ya şoreşgerî hizrî û hêzî têkbibe, ji bo pêşî lê bigire, kesên xwe yên nêzîkî wan, xistine dewrê. Yan ew hizr pejirandine û xistine xizmeta xwe. 
Meriv dikare di dîroka Roma û Ola Xrîstiyaniyê de bibîne. Yên herî zêde şerê hawarî û bawermendên Nebî Îsa dikirin, selîb û çarmîxa Nebî Îsa ji xwe re kirin al û remz û pê dîsa nifş û çandên din qirkirin. Lê Nebî Îsa nîşana maf, dadmendî û mazlûmiyê ye. Ew çarmîxa wî nîşane, ku gava pêwîst be, meriv divê canê xwe ji bo maf û azadiya mirovan bide. Lewma çawa em dibêjin; Xwedê Heqe. Lê Heq jî Xwedê te.
Helbet beriya wê jî heye, gava ku meriv di jibermayiyên dîrokê vedikole, dibîne ku Zerdeşt bixwe berê Êzîdiye û ji Êzîdiyan diqete, dibe alî û ola desthelatdarên Fariz, û ew herî zêde şerê êzîdiyan û ola Êzî dike. Ew bixwe nîşana veguherandina, bavsalarî û mîsyonertiya veguherandina olê û hêzê ye. Lewma ew Ol, li ser du hîmên sereke ava dibe, Mazda û Exirîman. Lê ew bi vê hizra xwe, ya qenc, pak dibîne û ferz dike. Herweha şer "pîroz" dike. Ew Xwedawendên qencî û xirabiyê çêdike. Û şerê wan mayînde dike. Lê Ola Êzî, şer û xêrê ji yek Xwedayî dibînin. Şirîka ji Xweda re nabînin. Her zindî û heyî weke nîşana hebûna Xweda dibîne û dihewîne. 
Helbet ev di ola îslamê û ya Nebî Mihemed de ne cûda ye. Bixwe mexdûre, şer li dijî wî dibe, tê heyîbandin û dûrkirin, di nava Cihû'yan de distire, jina wî ya dewlemend û bi temen ji wî gelekî mezintir cihû bû. Gava dibe hêz û di nav gel de cihê xwe digire, yên şerê wî dikin, ol û peyamnertiya Nebî Mihemed dipejirînin, û pê xezwa/talana dikin. Şerê xelk û medeniyetên din dikin. Yên herî zêde ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikaranîne Siltanê Osmanî ne. Û îro jî tirk li dunyê îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên netewî bikartînin,ji Ereba bêhtir. 

Helbet bi demê re, ango bi derketina dewletên neteweyî ew, siyaseta navxweyî û derve jî hate guhertin. Lê ew hizra xwebûnê, û ya berjewendiyên heremî, netewî, olî, êlî, çandî û dîrokî, tim serdor û hîmê siyasetê û şera bûn û heta niha jî ev didome. 
Dem guherîne û veguherîne. Her rûdan û bûyerên qewimî, bandoreke cûda li ser jiyana meriv û dinya dikin. Çawa şev û roj, mirov jî di nava rikberiya rasterast an, ne rasterast de ye. Ango mexdûrên do, zalim û hukimdarê îro ne. Yan yê sibê ne. 
Helbet siyaset û ticaret, du tiştên hev timam dikin in. Yek bê yê din nabe. Siyaset parastin û derfet afirandina ticaretê û sermayedara ye. Siyaseta ne li ser hîmê aborî û berjewendiyên civakî be, siberoja wê nine. Bimîne jî wê margînal be. 
Dewlet û sermaye nikarin bê alternatîf û rê bimînin, yek neçû ser, rêke din dibijêrin. Lewma ger pêwîst be, ol û hizrên xwe jî diguherin. 
Mezinekî Tirka got; ger ji vî welatî re, komunîst pêwîst be, em komunîstan çêkin, ger îslamîst pêwîst be emê çêkin. Ez ne şaş bin, Suleyman Demîrel bû. 
Me dît, îslamîst ên ku gundî û hejar bûn, heta bê zar û ziman bûn, ewan nasnameya xwe ya resen nekarîn bidine nasîn û eşkere bikin, nasnameya xwe ya Îslamî didan pêş. Helbet ew hicab û serpêçandin bû. Jixwe hemû Jinên gundî çi Elewî, Êzîdî, Xiristiyan yan jî misilman serpêçayî bûn. Şerm bû jin bê kofî, kitan û şar derkeve. Ev ji mêran jî hebû. Dewleta tirk, ew sergirêdanamêra, ya resen qedexe kir, li şûna wan Şewqê Fransiya ferz kirin. Ew hatin Stenbola û metropola bi şarên xwe. Her weha ji bo zarokên wan nebin, xerîbê wan; nasnameya olê, yan jî tirsa mirinê didan pêş. 
Helbet ew ji bo dewleta qelp, nasnameya qelp, çand û zimanê qelp, huner, wêje û dîroka qelp, neteweya qelp, ola qelp, siyaseta mîsyoner xeter bûn. Mirovên kone û keysperest, ev têgeha mexdûriyetê û mexdûr ji bo berjewendiyên xwe yên li ser parastina hîmê tirkheziyê ji bo xwe bikaranîn. Îro em encamên vê siyasetê dibînin. 
Helbet dewlet ezmûne, dirave, zanîne û berjewendiya. Kesên dibin serwer erka wan parastin û pêşvebirina wê dewletê ye. Ew kî be,kurê kê be, ji ku hatibe jî ne girîng e. Tenê erk; birêvebirin û parastina dewletê ye.
Dewleta Tirk, Saîdê Nûrsî-Kurdî kuşt û hizrên wî îro desthelatdar in.
Dewletê; Mistefa Suphî kuşt, Denîz, Mahîr û Îbrahîm Kaypakkaya kuştin, li şûna wan şoreşgerên qelp û hizrên demborî û nasyonalsosyalîst danîn. 
Dewletê Elewî qirkirin, lê kesên dewletparêz û nasyonalîst kirin berdevkê vê ola kevnar û kirin senteza Tirkîtiyê û bi Ehmet Yesevî ve girêdan. Bi sedan Elewiyên qelp îro di bazara tirkheziyê de li hespê wan siyar in.
Herweha partiya regezperest û nasyonalîst MHP û yên berî wê jî, di dema xwe de gava ji dewletê re xeter bûn, diran û neynûkê wan hatin hilkişandin û bi hezaran di girtîgeha de bûn. Piştre weke hêza taybet ji bo êrîş û kuştinê, li çar aliyên dinyayê û li Kurdistanê jî hatin bikaranîn. 
Helbet ji bo kurdê misilman jî, ev ne cûda ye. Şêx, Axa û bergên, ku bav û kalên wan hatibûn surgûn kirin, li sirgûnê bûne tirkhez û dewlethez, û gava vegeriyan nav miletê xwe ji Tirka bêhtir Tirkperest, îslamî û dewletperest bûn. Ewan ji mexdûrîyeta bav û kalên xwe sûd girtin û bûne darê destê dewletê. 
Helbet di salên hefteyî de, gelek tişt ji kontrola dewletê derketi bûn. 
Dewletê ji bo serwerî û hêza xwe pêk bîne, kartên cûda xistin meriyetê. Lê siyaset şanoyek, çendîn li ser dikê cûda bin jî, di bin dikê, yan li pişt dikê dibin yek. 
Dewletê çawa di nav çep û rastgiran de dewre leyst, wûsa jî di nav Hêz, Partî û aliyên Kurda de jî leyst. Mînaka herî balkêş "Hizbûllah"e, em dizanin partiya Hizbûllah li Îranê ye û ji Îranê tê birêvebirin, û armancên wan eşkere ne. Lê li Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê ev cûda bû, li şûna şerê dewletê bikin, şerê rewşenbîrên kurd û kurda kirin. Xwekujî, bi navê Kurd û Kurdistanê.
Tenê me ew mafê xwe parastinê, lêpirsînê, û arçîv nine em karibin van bûyer û rûdanên qewimî ronî bikin. Me raya giştî nîne, her weha sazî û dezgehên giştî nînin, raya giştî raya partî û aliyan e. Bi peyvekê meriv dibe xayîn û xwefiroş. Lê yên di bin paraznameya partî û aliyên siyasî de ne, nakevin bin lêpirsînê. Ew parastî ne. 
Dewletê hizr, kes û partiyên di berjewendiya wan de ne, dane pêş. Bi kurtî kesên ji dîrok, ziman, çand, hişmendiya xwe ya xwerû û resen dûr û heta sedema hemû arîşe û fermanên xwe di têgeh û reseniya bav û kalên xwe yên mexdûr de dibînin. Kirine serdest û berdevkê ol û neteweyan. 
Îro bi navê Kurda, kurda entegteyî pergala înkarê û qelp dikin. Bi sedan mirovên li dij mafê çarenûsa Kurd û Kurdistanê li ser navê Kurda siyasetê dikin. Armanca wan, ne berjewendiyên kurd, êzîdî, elewî, yan misimanê kurd e, tenê sûd girtin û entegira dewletê û Tirkbûna ye.
Dewleta sexte, maka sextekarî û înkara reseniyê ye. 
Îro yê li meydana dewletê hespan diajon, bi pirranî di xizmeta dewletê de ne. Helbet bila ew erka xwe bikin, em nabêjin bila nekin û nikarin jî rê li ber wan bigirin. Ya herî xirab ku meriv bibe pêleystika wan û bi xwe, xwe neke alternatîf. Gava alternatîf nebe, rêya herî "baş" ya kurd, êzîdî, elewî û misilmamê di berjewendiya dewletê de ye. 
Di vir de, divê ez xaleke din jî vekim. Raste dewleta qelp û neteweya qelp, her xwe li ser milet û olên din ferz kiriye. Lê partî û rêxistinên Kurd jî, tenê hizrên xwe yên ji çand û hişmendiya Kurdî dûr li ser her alî ferz kirine. Xet û rêyên dagerkera nekarî dager bikin, wan xetimandine. Xisara wan daye, bê hed û hesab e. 
Helbet kar û xebateke bêhempa kirine, bedel dane û didin. Lê ew nêrîna peydakirina "nebî û xwedawenda" hê ji serdeste. Li şûna Heq pîroz bibînin, xwe pîroz dikin.
Ev jî bi rengekî ji rengan xwe pûçkirin e.