Mişkekê mezin zarokek xwar

Li gundekê Rojavayê Yemenê mîşkekê mezîn di nava malê de zarokek yeksalî xwar. Ji ber vê rûdanê dayika zarokê jî hişê xwe avêt.
Li gor agehiyên ajansên Yemenî li Rojavayê welat di gundekê de, mişkekê mezin zarokek xwar. Li gor agehiyan dayikê zarokê xwe di malê de hiştibû û derketibû derê malê. Wexta vegerê dibîne ku mişkê beşek mezin yê bedenê zarokê wê xwariye. Ji ber vê dîmenê dayik hişê xwe ji dest dide û zarok jî dimre.
Niha xelkê gund dafikên mezin amade dikin ku mişkên mezin bigrin.
Jêder Peyamner