Moskow şans da Waşingtonê da ava riwê xwe biparêze

Moskow şans da Waşingtonê da ava riwê xwe biparêze

Dibe,ku badokek nû di kirîza Sûryê de çêbibe. Destpêşxêriya Moskowê di bareya xistina çekên kîmawî yên Sûryê di bin kontrola civaka navnetewî de, mumkine bibe sedem da waşington li pirsa lêdana Sûryê venêre, belê ji holê rake jî. Rêzek siyasetmedar tekez dikin,ku ji bo Barak Obama ev rêbaz, herî sûdmende da,ku pirsgirêkê çareser bike.

Dibe,ku badokek nû di kirîza Sûryê de çêbibe. Destpêşxêriya Moskowê di bareya xistina çekên kîmawî yên Sûryê di bin kontrola civaka navnetewî de, mumkine bibe sedem da waşington li pirsa lêdana Sûryê venêre, belê ji holê rake jî. Rêzek siyasetmedar tekez dikin,ku ji bo Barak Obama ev rêbaz, herî sûdmende da,ku pirsgirêkê çareser bike.

Gelek dewletan pêşniyara aştiyane ya Rûsyayê qebûlkirin. Şêwirdara Almaniyayê Ancêla Mêrkil daxuyanîkirin,ku amadeye piştevaniya çareseriya aştiyane bike. Îran û Japonê jî piştgiriya xwe tekez kirin. Çîn jî însiyatîva Rûsyayê silav dike. Belê heta wezîrê derve yê Fransayê – dewleta herî aktîv di warê lêdana Sûryê de – ragihand,ku destpêşxêrê hêjayî lêkolîneke kûre.

Hêjaye bi gotinê, ku wezîrê derve yê Rûsyayê S. Lavrov ji bo,ku porsêsa leşkerî li dijî Sûryê nê lidarxistin, êvara duşemê pêşniyar kir,ku desthilata Sûryê çekên xwe yên kîmawî teslîmê civata navnetewî bike:

“ Em bang li desthilata Sûryê dikin,ku ne tenê embarên çekên kîmawî têxe bin kontrola civata navnetewî de, belê wisa jî li ser tunekirina wan jî lihev bike û paşê tevlî rêxistina qedexekirina çekên kîmawî bibe“.

Dîmeşqê di cî de pêşniyaz qebûl kir. Wezîrê derve yê Sûryê Welîd Almualim ragihand,ku Beşar Ased amadeye çekên kîmawî têxe bin kontrola civaka navnetewî de, da,ku Sûryê nê bombebarankirin.

“ Ez eşkere dikim, ku desthilata Sûryê pêşniyaza Rûsyayê silav dike, ji bo,ku jiyana milet û ewledariya welêt biparêze . Her weha em bi hişmendiya serokatiya Rûsyayê bawerin, ku hewil dide rê li pêş êrîşkariya Emerîka derheqa miletê me de plan dike, bibire“.

Serokê Emerîka ji şeş telekenalan re ragihand,ku heger Sûrye pêşniyaza Rûsyayê cîbicî bike, DAY tu prosêsên leşkerî pêknîne .

“ Heger pêşniyar bê cîbicîkirin, emê dev ji prosêsa leşkerî berdin. Ev bi xwe pêşketineke pozîtîva abselûte. Rûsya dikare desthilata Sûryê ber bi çareserkirina problêma kîmawî ve daf bide. Me ne ji hefte ya du heftiyan de ev daxwaz kiriye, belê ji du salan ve. Di encamê de mumkine boçûn pir sûdmend be. Lê em nedgihiştin vê armancê heger me gefa leşkerî nexwariba. Û aniha emê dest bi pêkanîna vî planî bikin. Endamê tîma min Con Kêrî, wê bi rengekî berteng bi Rûsya û civaka navnetewî re xebatê bike, da,ku têde bighêje ka bi çi awayî emê armancê pêkbînin. Dibe,ku ev badokeke nû be, lê divê li dû gotinan karê praktîk bê kirin. Careke din-Ev yek kirîza siyasî ya Sûryê çareser nake, lê heger em karibin bêyî şer ewledariya çekên kîmawî misoger bikin, ezê bi taybet vê rêgehê helbijêrim“.

Qebûlkirina Barak Obama ji pêşniyaza Rûsyayê re,ku reytinga wî di warê siyaseta derve de pir lawaz dibe, mumkine bibe derfet da,ku ava riwê xwe bi temamî wenda neke. Berî her tiştî jî li pêş miletê xwe. Li gorî rapirsînan, piraniya Emerîkiyan,ku ji şerên Efganistan û Îraqê westiyane, piştgiriya lêdana Sûryê nakin. Barak Obama bi xwe di hevpeyvîna ligel telekenalê emerîkî da zanîn,ku hevjîna wî Mîşêl jî dijî şere.