Muslim behsa hevdîtinên xwe yên Tirkiyê kir

Muslim behsa hevdîtinên xwe yên Tirkiyê kir

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim der barê hevdîtinên xwe yên li gel rayadarên Tirkiyê de axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de li ser rewşa Suriyê û El Nusra jî hatiye axivîn lê rayadarên Tirkiyê bi awayek zelal negotine ka dê çi bikin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku ji aliyê wezareta karên derve yê Tirkiyê ve hatibû vexwendin, der barê hevdîtinên xwe de diyar kir ku di hevdîtinan de mijara çeteyên El Nusra jî hatiye rojevê. Muslim got: ’El Nusra çekeke ku avêtine holê. Tirkiye jî dibêje El Nusra ji bo wan û ji bo Rojhilata Navîn metirsiye, divê mirov firsendê nede wan. Lê bi awayek zelal negotin ka dê çi bikin. Ya ji min ve dixwazin Artêşa Azad û El Nusra ji hev dûr bixin.’

Salih Muslim der barê duwemîn serdana xwe ya Tirkiyê de got ku wan heta niha çar hevdîtin kirine. Muslim got ku wî divê Tirkiye guhdariya wî bike û ditar kir ku dê Kurd li Suriyê nebin leşkerê ti kesan. Muslim got: ’Me biryar daye ku em xwe bi xwe birêve bibin. Berxwedana me di sala 2004’an de destpê kir. Amadekariyên me hebûn, îdeolojî û bernameyek me hebû. Me jî got divê şoreş bi çekdarî be. Ji ber ku rejîm xudan çekên bi hêze. Niha Suriye bûye girika kor, gel nizane çi bike. Ji ber ku gelek dest di nava karên Suriyê de hene.’

Muslim da zanîn ku wî digel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu hevdîtin pêk neaniye. Muslim got ku daxwaza wan ya bi vê awayî nebûye. Lê heger pêk bihata dê baş biba. Muslim axaftina xwe weha berdewam kir: ’Heger me hevdîtinek digel Erdoxan de bikira dê Kurd rehet bibana.’ Muslim diyar kir ku heger pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê baş birêve biçe eve dê karê wan jî hêsantir bike.