Muslim: Esed ne ehmeqe kimyewî bi kar bihîne

Muslim: Esed ne ehmeqe kimyewî bi kar bihîne

Hevserokê PYD Salih Muslim der barê bi karanîna çekên kimyewî yê Suriyê axivî û diyar kir ku Esed ne ew hinde ehmeqe ku çekên kimyewî bi karbihîne û ev yek ji aliyê wan kesan ve hatiye kirin ku dixwazin li dijî Esed operasyon çê bibe.

Muslim diyar kir ku ew bawer nake ku di demekê wesa de Esed çekên kimyewî bikar bihîne. Ji ber ku di şerê nav Suriyê de serwerî di destê Esed de ye. Muslim got ku armanca vê êrîşê ewe ku dixwazin Esed tengav bikin û li dijî wî kardanewe dirust bikin.

Muslim got: ’Heger mufetişên Neteweyên Yekbûyî diyar bikin ku ev êrîş ji aliyê opozîsyonê ve hatiye kirin, wê demê dê ji bîr bikin. Ma hingî dê kî siza bikin. Emirê Qatarî, Qralê Suudî yan ne xwe serokwezîrê Tirk Erdoxanî?’