Mustafa Yildizdogan Strana Bi Navê ””Ölürüm Türkiyem”” Ji kurdan Diziye

Mustafa Yildizdogan Strana Bi Navê ””Ölürüm Türkiyem”” Ji kurdan Diziye

Mustafa Yildizdogan Strana Bi Navê \'\'Ölürüm Türkiyem\'\' Ji kurdan Diziye

Navê stranê ya resen \'\'Dayê Dayê\'\' ye.

Strana nijatperestên tirk ku di her fersendê de guhdarî dikirin a bi navê \'\'Ölürüm Türkiyem\'\' (ez ê bo te bimirim Tirkiye) straneke diziyê derket. 

Nijadperestê tirk Mustafa Yildizdogan îda kiribû ku ev stran a wî ye. Lê hat zanîn ku wî ev stran di sala 1993\'yan de ji Koma Dengê Qamişlo diziye. 

Li gorî vîdyoya li ser Twitterê yê li ser navê @eyalet_lordu  hatiye parvekirin, tê dîtin ku strana bi navê \'\'Ölürüm Türkiyem\'\' (ez ê bo te bimirim Tirkiye) ya Koma Dengê Qamişlo ye. 

Wekî tê zanîn Mustafa yildizdogan ê nijadperest stran di sala 1993\'an de derxistiye. Lê  Koma Dengê Qamişlo ev stran di sala 1986\'an de derxistiye. Dema ku mirov dîroka derketina strana Mustafa Yildizdogan ê nijadperest û Koma Dengê Qamişlo dide ber hev pir hêsan xuya dike ku Mustafa Yildizdogan ê nijadperest ev stran ji Koma Dengê Qamişlo diziye. Navê wê stranê ya resen a ku Koma Dengê Qamişlo gotiye ye.

Piştî ku hat zanîn stran ji aliyê Mustafa yildizdogan ê nijadperest ve hatiye dizîn, di Twitterê de taga bi navê #HırsızMustafaYıldızdoğan (Mustafa Yildizdoganê dizek) hat vekirin. Ev demeke her kes li ser vê tagê diaxive.