Musulmaniya radîkal, li ser serê min hilîne destê xwe yê gemar – Pirîskê Mihoyî

Eva çend rojin ez li bengzê te mêze dikim, Hucam can!
Bi dilkovanî mêze dikim çavên teye xemgîn û melûl,
Dêmek, van gemaran kêr avîtine usitîyê te û serjê kirin,
Vê rêxistina musulmanên hov, berber û radîkal?!
Feqet, kêr zûva avîtine usitîyê te, pêşmergê meyî qehreman,
Li wê demê kêr bi nemerdî avîtine usitîyê Kurd û Kurdistan,
Gava Salhedînê Eyûbî li bin ala musulanîyê dew û doz kir,
Gava ewî Rojhilat zeft kir, lê bi xwe ra jî dewlet çê nekir!..