N. Mistefa: Kes nikare ji niha û pêve Gorran paşguh bixe

N. Mistefa: Kes nikare ji niha û pêve Gorran paşguh bixe

Îro 7/10 duşeme rêkxerê giştiyê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, li navenda serekî ya Tevgera Gorran li bajarê Silêmaniyê li gel kadir û encûmenên qeza û şaxên tevgera xwe û kandîdên lîsta 117 civînek lidarxist.

Di civînê de Newşîrwan Mistefa di destpêka axaftina xwe de sipasiya hemû welatiyan kir ku çi bi dengdayîna xwe yan bi handan yan bi pare yan bi xanî û bi otombêlên xwe hevkariya wan di hilbijartinan kiriye kir.

Newşîrwan Mistefa got: li ser astê parêzgeha Hewlêrê me duyemîn deng aniye, bi wateyeke din em duyemîn hêzin li Kurdistana Êraqê de û li ser asta herêmê jî eger dengên Gorran bêne komkirin li beramber dengê yekem de, me dengê duyem bidest xistiye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Rêkxerê Tevgera Gorran got: Em li parêzgeha Silêmaniyê yekemin û li parêzgeha Hewlêrê jî duyemînin, li ser asta Herêma Kurdistanê em duyemîn hêza mezin in ku ji niha û pêve tu alî nikare çi Kurdistanî be û çi aliyekî Êraqî yan welatên cîran tevgera Gorran paşguh bixin.