Nameya Ferhad Wekîlî:

Îro 8 min salvegera bidarvekirina 4 girtiyên Kurd li Iranê ye.
Di roja 9’ê Gulana 2010’an de 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan” bê ku haya malbatê û parêzeran jê hebe di girtîgeha Êvîn a Tahranê de hatine darvekirin.
Ferzad Kemanger û hevalen wi bi nameyên ku di zindanê de nivîsîbun, ketine nava dîrok û edebiyata Farisî de. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalen wi, roja 9’ê Gulanê ji aliyê raya giştî ya Îranê û Kurdistanê ve weke roja mamostayan hate binavkirin.
Bi navê azadiyê
Salên bihurî bibîr tînim û tenê salên berê û piştî nêzî du salan ji dewrana hepsê, cardin ev derfeta serkeftinê bo min çêbû ku vegerim benda pirr raz û sirra wezareta êtilaat (209)ê. Hevdem bi girêdana çavbendê bêhneke tîj ne weke bêhna mayîya hercarê ku di hemû beşên wê bînayî de hebû, difina min azar dida. Bîranînên berê ji vê dera nepîroz ji bo min gelekî bi êş bûn. Ev xal ji xaka Îranê weke xalên din zirr xûşkên 209\'ê ne.
Ji aliyê kesên bi ramanên taybetî û li ser bingeha siya îdolojiyekê avabûye û tê kontorol kirin. Bîra rojên destpêka vegûhestina min bo 209\'ê zindî dikir. Dema ku piştî tehemula zehmettirin kiryarên dij mirovane yên îdareya êtilaatê li Sineyê ji bo zêdekirina zextan bo wir hatime şandin. Bi kesên weke karnas(bispor) rû bi rû bûm ku wan ji bo afirandina tovê tirsê, behsa dosyaya pir iftixarên xwe ku hikayeta salên dûr û dirêja lêpirsînên wan bû, dikir, da ku bawer bikem li wir kes nikare tiştekî ji bo xwe helgire.
Roj, hefte û bi mehan tehemula hûcreyên yek kesî, zexta hercara lêpirser û bêxeberiya ji malbat û dinyaya derveyî zîndanê, derfetek ji bo min afirand ku bikarîbim li ser xwe û tiştên ku îdêal û armanên min bûn, bifikirim. Min bawer kiriye ku carna bêdengiyê kargeriyek heye ku gelek ji mîtîng û kombûn û nivîsina gotarên hissî nikare bandoreke wiha biafirîne. Bi dirêjahiya salên zîndanê, gelek caran min xwest binivîsim û bi caran min nivîsand. Destpêkê nivîsîn zehmet bû û di dawiyê de tiştên ku rûpelên kaxezan reş kiribû bi dilê min nedibû, min hertim dizanî ku di wan nivîsan de tiştek kême ku ew jî xaleke girînig û bingehîn bû ku lazim bû min îman bi wan tiştên ku dibêjim û dinivîsim, hebe. Ji derveyî vê min xwe kesekî bê bingeh û xayîn bi tevahiya bihayan dizanî.
Cardin vegera bo 209\'ê û rû bi rûbûn bi taktîkên nû yên lêpirserên dosyeya min ev goman bo min çêkir ku gelek tişt guhertine. Vê carê ez û lêpirser rû bi rûyê hev bûyin, vê carê çavbendek tunebû û lêpirser ji ber ku wî dibînim û ligor şerteke adilanetir bi wî re biaxivim, neditirsiya. Heta rewşa kesayetiya bispor (heman lêpirser) guherîbû. Vê carê kesê li hember min kesekî ehlê xwîndinê û zana bû. Belku ez bi caran giham vê encamê ku di îdîayên wî de hêvênê xapandin û derewê heye. Lê hetmen şertên wiha çêbûnê ku karnasê ku berê ji ber hêzê bi min re tevdigeriya û tiştek ji xeynî kêmasî û heqaretê nezdizanî, vê carê bi hurmet bi min re tevdigeriya. Heta ger ew dan û standin taktîkek be jî.
Ew dan û standin dibû sedem ku hiss bikim kesên beramber têgeheke durist ji hevdu nînîn û tenê di çarçoveya teesûb û meseleyên nêzî hev bûne. Sîstemê ez weke kesekî dijî emniyet û têkderê parastina xwe dihesibandim ku di ti şertekî de hazir bi temkîna li hember wan nîme. Bi baweriya wî ti mafekî min nîne û tenê lazime methekarê wî bim ku dikarim di siya hêza hikumeta wî de jiyana xwe berdewam bikim. Bi baweriya wî mirovê efyonî bûyereke civakî ye ku hebûna vê di civakê de nayê înkar kirin. Dizî beşek ji taybetmendiya mirovan, kêmasî û xirabîyên exlaqî pêwîstiyên hikumet û tepeseriyê, girtîgeh û îdamkirin pêwîstiyên qanûnê ne û bi baweriya min hikumet bi wateya îdêoklojiyê bû ku ji xeynî xwe û armanca xwedî hêzan ti tiştek qebûl nedikir û îmkana guhertinê di ti şertan de mumkin nedidît. Roj dibihurîn û ez di şika dinavbera hûcre û oda lêpirsînê de bûm û her roj bêhna ku oda yekê ji bo min nû bû, zêdetir dibû.
Piştî çend rûniştinên lêpirserê ku hiss dikir kariye berevajî hevkarên xwe yên din peywendiyeke nêzîk bi min re çêbike, daxwaza xwe ya esasî anî ziman, \'\' daxwaza lêborînê\'\'. Ew bi îsrar bû ji bo min ku bi sûça hebûna fikr û baweriyên cuda lazim bû bême îdamkirin, tenê rêyeke xelasiyê heye, ew jî “daxwaza lêborînê” ji aliyê min bo berpirsên hikumeta İranê bû. Tîma nûya lêpirsînê gotin ku saziya emniyetê berevajî rastiyê û li pey piroseyeka temam siyasî bi zexta li ser sîstema qezayî ya İranê dest bi derkirina hukma îdamê kirine û niha take rêya xilasiyê û di rasta qerebu kirina xetaya wan de, daxwaza efûya mine.
Elbet ew yek ji taybetmendiyên hikumetên dîktatore ku ticarî hazir bi qebûlkirina xeta û xeletiyên xwe nîne. Wan ji min dixwestin ku paşeroja xwe înkar bikim. Belê pir hêsan, çaveranîya wan ew bû ku ez bi îmzaya bergeya efûyê pênekê li hemû tiştên heyî bidim. Ji min re gotn ti tiştek xwe bi xwe rastî nîne û tenê bi fermana wan her tişt dikare vegure rastiyê. Ji min dixwestin mirovek bim bêy ti îrade û berxwedana exlaqî û nasnameya civakî û dîrokî.
Tevaya hewla xwe dan ku min hînî hunera ji bîrkirina dîrokî bikin. Hunera ji bîrkirina salên zulm û teida û cinayetê li hember milletekî. Hunera ji bîrkirina li hember tevaya cinayetên ku di salên hikumeta xwe de li jêr navê dîn û millet û parastina welat û dirûşmên berçav û şirovekirina cinayetên xwe li dijî milletê İranê û bi taybet milletê Kurd encam dane. Hunera tomarkirina tiştên ku li min û malbata min rewa kiribûn. Wan îsrar dikir tiştê ku îro diqewime rastiye û ew rêber û malikên berê ne û îsrara min bo berê bê bingehe.
Beriya we,
Weke we
Gelekan
Bi tevnê dapîroşkan
Ser bayê nivîsîn
Ku ew dewlet pîroz, mayînde û zindî be.
Roj, heftî û meh derbaz bûn ku wan bawer kirin ez naxawazim hebûna xwe bi rêya peywendiya bi hakiman re îzah bikim. Min bi girêdayînbûna bi pêşîneya xwe û nasnameya dîrokî ya milletê xwe bi nobeta xwe û li gor şiyana xwe ji zordar û mitîngeran re bêjim ku ew armanca we ne mumkîne, û di her derfetê de di bidestxistina mafên xwe pêngava hilînim û ew şêwaza nû ya hikumetan çi li Îran û çi li hikumetên din, heqê totalîter û popolîzmê ku dixwazin hemû wate û îzahên insanî di qalibê siyasetê de şirove kirine û rastiyên insanî yên milletekî di rengê (îsm)an de bêxin qalibê propagandeyan û bi sûdwergirtina ji emrazên xwe dirûşima demokrasî û hewla tespîta mafê milletê min diqêrin û bi îstifadeya ji sembolên dîrokî yên milletên li jêr zulmê, weke gelê Kurd û bikaranîna emraza hissên millî weke çekeke îdeolojîk dinêrin, êdî tehemul nakim û bawerim daxwaza lêborîn û efûyê li hember sûçê nekirî tiştek ji xeynî rastiyê ji min çênake ku ew yek ji xeynî nedamet û poşmaniyê xelatekê bi xwe re bo min naîne û îro piştî tehemula salên heps û îşkenceyê û baweriya bi rastiya ku bi derbasbûna salan geheştime vê, min îman heye ku ji xeynî berxwedan, berxwedan û berxwedanê rêyeke din tune ye. Û bi yeqîn fêm kiriye ku hakimên îro û kesên ku li ser kursiya desthilatdariyê ne ji bo bidest xistina tiştên ku dixwazin rêyek ji xeynî bikar anîna zor û tund û tijî û mirovkujiyê nizanin.
Û niha ku mirovên kêm aqil, bêkifayet û tecawuzkar çîna taybeta civakê pêkanîne, lazime bizanin ku hemû kulên tejî kêm serî vedikin. Û bizanibin kesên ku bi zimanê tund û tijiyê perwerde bûne, zimanekî din nizanin û her lawazî û kêmxemiyek hêza caniyan zêdetir dike. Û ebzara hêzê vediguhere hêzek bi mafên taybet ku meşruîyeta xwe ji serkuta girseyan û tund û tîjiya li ser civakê distîne. Di rojên dawiyê de lêpirserê rewşenbîr ez ji oda lêpirsînê derxistim û û ber bi hûcreya ku lê dima dibirîm, cardin ew bêhna ku heya wê demê ez nerehet dikirim giha difna min. Lê vêcarê gelek vekirî û baştir, heya dema ku min zanî kesên ku ji çavên min veşartîne mijûlê rengkirina dîwarên girtîgehê bûn. Wan dîwarên tozgirtî reng dikirin û di jêr vê tozê de dengê hawar û nalîna hezaran mirovan veşartî ma ye, tirsa wan, hêvîya beriya mirina wan, tenêtiya wan, ji bo rehm û şefeqeta şikencegeran, daxwazên wan, îtirafên wan û çîrokên ku ji bo lêpirserên xwe gotine.
Erê trajêdiya milletekê li vir veşartiye.
Belê, bêhna ku heya vê demê ez nerehet kiribûm, bêhna sibuxê bû û min ji ber ku ew bêhn teşxîs dabû kêfxweş bûm, kêf xweş
Êşên min
Herçend weke êşa xelkê dewranê nîne
Ji êşa xelkê dewranê ye.
Ferhad Wekîlî
Girtîgeha Êvînê
Ferhad Wekîlî: Bavê sê zarokan bû, li bajarê Sine ji dayîk bûye. Di Gulana 2007’an de li bajarê Sine hat binçavkirin û çend meh di girtîgehên Sine, Tahran û Kirmaşan de hat girtin. Wekîlî di dema zindanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat êşkencekirin. Wekîlî di nameyek xwe de dibêje; “Di dema dadgehê de tenê di nava 10 kêliyan de cezayê darvekirinê li min hat birîn.”
Wergêr: Dêrsim Oremar
Çavkanî: Pirtûka Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojêye - Weşanên Aram – Diyarbekir