Nameya Ferzad Kemanger

Îro 8 mîn salvegera bidarvekirina 4 girtiyên Kurd li Iranê ye.
Di roja 9’ê Gulana 2010’an de 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan” bê ku haya malbatê û parêzeran jê hebe di girtîgeha Êvîn a Tahranê de hatine darvekirin.
Ferzad Kemanger û hevalen wi bi nameyên ku di zindanê de nivîsîbun, ketine nava dîrok û edebiyata Farisî de. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalen wi, roja 9’ê Gulanê ji aliyê raya giştî ya Îranê û Kurdistanê ve weke roja mamostayan hate binavkirin.
Ferzad Kemanger endamê encûmena sendîkaya mamosta û endamê rêxistina Jîngeparêzî ya Ask bû. Herwiha weke \"Siyamend\" jî dihate nasîn. Nivîsê ji bo govara Royan dinivîsî û çalakvanek ku di parastina mafê jinan de dihat nasîn jî bû. Di Tebaxa sala 2006’an de li paytexta Îranê Tahranê bi du hevalên xwe re hat binçavkirin. Di sala 2008’an de bi hêceta endamê Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK)’e ji aliyê dadgeha Şoreşa Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Binivîsin êş û jan, û bixwînin jiyan...
Nameya Ferzad Kemanger, bi helkefta roja mamosteyan
Ewê/a ku ji rih û kok mamoste ye, hemû tiştên girêdayî bi şagirdên xwe ve ciddî dihesibîne (Nietzsche)
Li ser wan rojan difikirim, pêwîst bû bibime mamosteyê zarokên ku di zarotiyê de êş û jana mazinbûnê li ser milên wan bû û di dema mezinbûnê de jî hêvîyên ne bi cîh hatiyên zarotiya xwe ji zarokên xwe jî vedişartin. Mamosteyê keçikên ku bi destên pir neqş û nîgar, ronahîya çavên xwe fîdayê rûniştina li ber darê mafûran dikirin, daku hunera wan xemla mala kesên din be û mizgîniya nan, ji bo sifreya malê.
Mamosteyê zarokên ku ji êş û janê welidîbûn, lê “liv û lebat” awaza ser lêvên wan bû. Kesên ku zehmetkêşî û merdatî wek mîrsa ji sirûştê standibûn. Wan kesek ji cinsê xwe dixwestin, kêsê/a ku bêhna axê bide, kesê/a ku wateya newekhevî û feqîriyê bizane, hevalek ku bibe hevlîstokê wan û hêvîyên wan bawer bike. Bi wan re bikene û hêsiran bibarîne(bigiriyê). Ew hevalekî, kevirekî sebrê, hev razek dixwestin ku weke wan bixwe, bêqirarê saetên mektebê be, kesê/a ku di fikra mayînê de be, ne çûyînê.
Zêde dem derbas nebû ku li rex wan, min xwe ne weke mamoste, belkî xwîndevanek dît ku gelek dereng rêya mekteba xwe peyda kiribû.
Min kitêb girtin, nek mirin û bêhîvîtî, ji nava xêzên wan yên reş bikeve nav bazineya şadî û hêvîyên wan, min her roj kilasa dersê disparte destê hêvî û daxwazan û bi çîrokên cur bi cur keyf dikir. Tevî’’ Masîyê reşê biçûk’’(1) vê carê ne ji rêya ’’Aras’’ê(2) belkî em ji rêya Sîrwan li deryaya jiyan û rastîyê digeriyayin. Tevî destana’’ rêwîyê biçûk’’(4) ji bo peyda kirina hevalan, sefer dikir da ew xweşiya seferê di xeyalan de tecrûbe bikin û ez jî mayina bi xelkê re tecrûbe û di nava wan de prove bikim. Her destana ku min dixwend, min rolê qehremanan dida wan, bêxeber ji wê rastiyê ku heryek ji wan qehrimanên destana jiyana pir êş û jana xwe bûn. Her roj bo çend saetan, me êşa newekheviyan, derdê nebaşiyan li pişta dîwarên kilasê radestî jibîrkirinê dikir û li hemberî hev rûdiniştin. Germiya kilasa me bêhna nanê gerim bû ku mafê detsê baboy bû û dayikê jî di nihayeta dilpakî û sadetiyê de datanî û dianî mektebê da êvarê, têr ji dîtina hev, kulanên tejî berjor û serjêr yên jîyanê ji bo cîbicî kirina wezîfên xwe derbaz bikeyin û heya sibeya dubare hevdîtinê, heryek ji me dikete pey ders û teklîfên jîyanê û diçû ser rêya xwe.
’’Kawe’’ bi cismê xwe yê zeîf lê bihêz, firavîn nexwarî li cihê babê xwe yê nexweş, dibû şivan û êvariya dreng ku pez vedigerandin gund, dayik bi keniyekê diçû pêşwaziya nanînerê malê, da mandîtîya Kawe û kerema sirûştê wek bereket binav bike û ji guhanên pezan biduşe û ji bo firotinê ber bi bajêr birê bikeve û Kawe sermest ji razîbûna dayikê dikeniya û çav li cantê xwe yê mektebê û wezîfên xwe yên sibê dinêrî û kena wî ya xweşik wenda dibû.
Û...’’Leyla’’ bi wan çavên xwe yên tejî pirs û nêrîna ku heya kûrahiya hebûnê, li fikra mirov ji bo dayîna bersiva xeyalên xwe digeriya, cantê xwe yê mektebê didana erdê, teşiya ristinê heldigirt da wê jî hevkariya dayikê kiribe ji bo peydakirina nanê sibê, û teşî bi xeyalên xwe yên biçûk û mezin di dest de dizivirand, da dawiya wan weke davên nerm ên xeyala wê nazik bibe, û cardin teşî dirêsa û dirêsa belkî rojekê dinya li gor dilê wê û dayika wê bizivire.
Û...’’Feryad’’bi dîtina parçe ewrekê diçû serbanê xanî, ka û qûr amade dikir, daku dilopeke baranê, mafûrê wan yê kevin bêreng û rûtir neke. Ewqas şareza bibû ku tevî babê xwe, serbanên hemû gundiyan çêdikirin da dilopên baranê, mizgîniya nanê wan yê sibê be, tenê carna dima ku ji sir û seqema sermayê, yan nanê sibê, ji bo barîna befr û baranê duayê bike yan ne.
Û...”Yasir” piştî mirina babê xwe, kar dikir da valatiya wî pir bike û bikaribe ji bo birayê xwe qelemreng û avrenga bikire, da belkî rojekê hêviya nebicîhatiya şêwekar bûyina wî, birayê wî cîbicî bike.
Û...”İdrîs” di kilasa me da amadenebûyê demsala biharê, her roj bi piştiyekê, kêfxweş ji hindê ku xwezayê, ew ji sifreya vekiriya xwe bêpar nekiriye, çend kîlo pincar ji bo firotinê peyda dikir û vedigeriya gund.
Û ez jî hatibûm cezakirin, ku her roj bêqirar ji newekhevî û bêzar ji tiştê ku wan qeder û paşeroj binav dikirin, li hember wan bisekinim û li tîrêjên neron yên hêvîyê, di çavên wan de binêrim. Li hember Kawe, min serê xwe ditewand û deftera wî ji bin rûmetê wî yê ku tava rojê şewtandiye, ku li ser ketibû xewê derdixist û li jêr îmlaya nenivîsandiya wî dinivîsand ’’ Şivanê biçûk, 20 jî ji bo te kême’’ û li kêleka Leylayê, şermizar ji mandîbûna wê ya duh, destên wê yên zivr û qelişî di destê xwe de digirtin da nermahiya destên melkeyan hiss bikim û beriya ku biaxivim, nêrîna wê ya bi bandor û meisûmane pirsên amade ji bo pirsînê bi xwere hebûn û ez bêdeng dimam û li rex İdrîs, nerhet ji wezîfên dubare yên sibê, li destên wî yên qeliştî dinêrî û pêre ji pencerê, berê min li derên dûr û nexûya bû, ew di xema çûyina biharê de bû û ez di xema çûyina reng û rûyê wî de.
Û îro bi dinyayek meznahî, kêfxweşî, kelegirî, hesret û barek ji bîranînên teihl û şirîn bîra wan rojan dikim. Roja mamosteyan bû ku wê rojê min bihagirantirîn diyarîyên jiyana xwe ji mamosteyên mezin yên jiyana xwe standin, Leyla 3 hêk, İdrîs 2 kîlo kengir, heqdestê rojeka wî, Firişte, 2 çiq Alaleyên çîyayî, Nêda, bûkek ji dar û pero çêkiribû û Yasir neqaşîyek.
Û ji bo ku em wê rojê di bîra xwe de zindî bihêlîn, biryar hat girtin ku ew hêvîyên xwe bi qelem rengan bikişînin.
Kawe, ku di fikra babê xwe yê nexweş de bû, nexweşxaneyek kêşa û di bin de nivîsî ev nexweşxaneya belaş hemû nexweşên feqîr yên cîhanê derman dike.
’’Feryad’’ ku hercarê esmanekî saf, şîn û bê ewir dikişand da dest û pêyên kesî/ê ji sir û seqemê neqerimin, cardin esmanek kêşa û heya ku karî malên biçûk û ciwan li ser bi cîh kirin û di bin de nivîsî, ew mal ji bo wan kesane ku bê xanî ne, esman jî mezin û bi cihe, weke erdê nîne ku em ji bo jiyankirina li ser mecbûr bin pereyan bidin, li esman ji bo hemûyan cîh heye û ez dikarim gelek xanîyên din li ser bikişînim.
Firişte jî, ku hercarê ji bo xwe û xûşkên xwe rismê birayekê biçûk dikişîne, vê carê min jêre got:” ka Firşte ji nû ve rismê cihanê bikişîne, bêy ku kesek ji ber keçbûnê te kêm nebîne, te weke te û bixwe bibîne” û wê rismê gelek keçên bûk kişand ku dest di destê hev de dora dinê girtibûn û awaz dixwendin. Û Yasir weke hercarê hêviya babê xwe dikişandin, wanêteke(5) reng şîn kişandibû, belkî di xeyalan de babê wî êdî kulberiyê(6) neke û qirar hat girtin ku Yasir jî, ji nûve welatê me bê feqîrî û newekheviyan bikişîne, bêy ku kulberên Bane, Serdeşt, Merîwan û Kamyaranê mecbûr bibin ji bo derbaz kirina 10 kîlo çayê ji sînor, ji bo 2000 tûmena canê xwe biden, wî dîmeneke xweşik ji sirûştê xêz kir ku xelkê têde mijûlî kar bûn, û di bin de nivîsand ’’xwezî êdî mirin di kemîna nan de nebûya’’.
Ferzad Kemanger
Feri’a 5 a girtîgeha Recayîşehr a Kerec
29 June2008
Wergêr: Dêrsim Oremar
Çavkanî: Pirtûka Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojêye - Weşanên Aram - Diyarbekir
Jêrnivîs:
1. Masîyê reşê biçûk: Navê çîroka çîroknivîsê navdarê Azerî, Semed bêhrengî ye./ wergêr.
2. Aras: Çemê Aras, ku dikeve ser sînorê rojhelatê Kurdistan û Azerbayîcanê./ wergêr
3. Rêwîyê biçûk: îlhameke ji çîroka binavê: The Little Prince, ya nivîskarê navdarê Fransî Dosentê Êgzopêrî / wergêr
4. Wanêt(ji LKWê biçûktire): Navê erebeyek barhelgire, ku şênîyên ser sinorê rojhilatê Kurdistanê, pê karê barberîyê dikin / wergêr.
5. Kolber: Kesê/a ku bi piştê bar dibe, ew kes ji bo heqdesteke kêm karek wiha dikin, salane bi dehan kes ji wan ji ber kemîna hêzên Iran û tirkiyê, herwiha ji ber sir û seqem û qezayên tirafîkê jîyana xwe winda dikin.