Nameya Şîrîn Elemhulî:

Îro 8 min salvegera bidarvekirina 4 girtiyên Kurd li Iranê ye.
Di roja 9’ê Gulana 2010’an de 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan” bê ku haya malbatê û parêzeran jê hebe di girtîgeha Êvîn a Tahranê de hatine darvekirin.
Ferzad Kemanger û hevalen wi bi nameyên ku di zindanê de nivîsîbun, ketine nava dîrok û edebiyata Farisî de. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalen wi, roja 9’ê Gulanê ji aliyê raya giştî ya Îranê û Kurdistanê ve weke roja mamostayan hate binavkirin.
’’ Ji ber ku ez Kurdim, min bidarve dikin ’’
Sê salên min li girtîgehê tije bûn, yanî sê salên bi êşa li pişt tîrkên girtîgeha Êvînê, ku du salên dema girtîbûna xwe vala û bêy parêzer û bêy hebûna hukmekî wek qirara girtinê derbaz kir.
Di dema desteseriyê de min rojên gelek tehil di destê sipahê(1) de derbas kirin û piştî wê jî lêpirsînên benda 209’ê dest pêkirin. Piştî 209’ê jî min dema mayî li benda giştî derbas kir. Daxwazên li pey hev ên min ji bo diyarkirina qederê bê bersiv dihêştin, heta ku di dawiyê de hukmê naadilê îdamê dan min.
Ji ber çi di girtîgehê de mam? Çima divê ez bêm îdamkirin? Gelo bersiv ji ber Kurdbûna min e? Ger ji ber vê be ez jî dibêjim: ez Kurd ji dayik bûme û ji ber Kurdbûyina xwe min êş û zehmetî kişandine.
Zimanê min Kurdî ye, ez bi zimanê xwe bi malbat, heval û nasên xwe re ketime nava têkiliyan û bi wê mezin bûm û zimanê me pira peywendiya me ye. Lê, îzin tune ku bi vî zimanî biaxivim, bixwînim û di dawiyê de rê nadin bi zimanê xwe binivîsim. Ji min re dibêjin dest ji Kurdbûna xwe berde û înkar bike. Ez jî dibêjim: Ger ez karekî wisa bikim ez xwe înkar dikim.
Qaziyê rêzdar, lêpirserê hêja!!
Di vê dema ku we lêpirsîn ji min dikir, heta min nedikarî bi zimanê we biaxivîm jî. Ez di wan du salên mayîna li beşa jinan a girtîgehê de bi rêya hevalên xwe hînî zimanê Farsî bûme, lê we bi zimanê xwe lêpirsîn ji min kir, ez mehkeme kirim û hukim li ser min da. Di halekê de ku min nedizanî çi li derdora min diqewime û min nedikarî xwe biparêzim.
Cureyên îşkenceyên ku we li min kirine, bûne kabosên şevên min, êş û janên rojane ji ber îşkenceyên li ser min pêkhatî bi min re rojan tînin dawiyê.
Derbên ku di dema îşkencê de li serê min dane, bûne sedema giraniya serê min. Gelek rojan êşên giran êrişê dikin, êşa serê min ewqas girane ku nizanim li dora min çi diqewime. Carna ez bi saetan ji hişê xwe diçim û xwîn ji difina min tê û piştre hêdî-hêdî vedigerim ser rewşa asayî û têm ser hişê xwe.
Xelateke din a îşkencekaran kêmbûna ronahiya çavane û her ku diçe kêmtir dibe. Ku hêjî daxwaza min ji bo berçavkê bêbersiv maye.
Dema ketim girtîgehê pore min yekdest reş bû, niha ku sêyemîn sala mayîna di girtîgehê de derbaz dikim, her roj şahidê spîbûna beşek ji wan im.
Ez dizanim we ev îşkence tenê li ser min û malbata min pêk neanîne, belku li zarokên hemû gelê Kurd û bi taybet li ser kesên weke: Zeyneb Celaliyan, Ronak Sefazade û yên din jî tê kirin. Çavên dayikên Kurda li benda dîtina zarokên xwe hertim bi girî ne. Ew ji ber egera bûyeran hertim dilperîşan û mişawiş in, her lêdaneka telefonê û egera bihîstina xebera îdamkirina zarokên xwe, wan vediciniqîne û dêxe wehşetê.
Îro 2\'yê Gulana 2010\'an e. Piştî demeke dirêj cardin ji bo lêpirsînê ez birim beşa 209\'a Êvînê û cardin suçên xwe yên bê bingeh derheqa min da dubare kirin. Ji bo rawestandina biryara îdama min, ji min xwestin ku alîkariya wan bikim. Lê ez nizanim, dema ku min gotinek zêdetir ji tiştên gotî tune, daxwaza hevkariyeke wisa tê çi wateyî? Di encamê de ji min xwestin tiştên ku dibêjin dubare bikim, lê min wisa nekir.
Lêpirser got: Me sala par dixwest te serbest berdin, lê ji ber ku malbata te bi me re hevkarî nekirin, kar giha vêderê. Lêpirser bi xwe got ku ez di destê wan de rehîneyekim û heya ku ev negehîjin armancên xwe yê min rabigirin, yan di encamê de îdam bikin, lê azadî qet!
Şirîn Elemhulî
Serkeftin
13/02/1389 – 3/05/2010
(1). Ew behsa „Sipahê Pasdaranê Ênqilab“ dike ku li pey desthilatdariya Xumêynî li Îranê hate damezirandin. Roja îro hemû sazîyên mezin û fêrmî yên Îranê di bin kontrola Sipahê Pasdarên Ênqilab“ê da ye.
Şîrîn Elemhulî: Di 2’ê Hezîrana sala 1981’an de li gundê Dîm Qalfi ya ser bajarê Makuyê ya parêzgeha Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Di Gulana 2008’an de li Tahran ji aliyê hêzên pasdar yên Îranê ve hat binçavkirin. Şirîn 25 roj hat binçavkirin, lê kesê nedizanî li kuderê ye. Piştî 25 rojan veguhestin girtîgeha Tahran. Piştî wê 6 mehan veguhestin girtîgeha jinan ya heman zindanê. Şirîn di dema binçavkirinê de rastî gelek êşkenceyê hatibû.
Di 19’ê Kanûna 2009’an de dadgeha Şoreş a Tahran, bi hêceta ku Şirîn endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) e cezayê darvekirinê lê hat birîn. Piştî di 9’ê Gulana 2010’an de Şirîn Elemhulî, li gel çar hevalên xwe li zindana Evîn a Tahranê hatin darvekirin.
Wergêr: Dêrsim Oremar
Çavkanî: Pirtûka Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojêye - Weşanên Aram – Diyarbekir