Nameyek ji bo Alan; `Alanê xweşewîst` | Nadia Meier

Alanê xweşewîst!
Doh wêneyekî te di rojnameyê de bû. Li tevahiya rojnameyan. Di peraveke Bodrumê de razabûyî. Xeniqî di deryaya Mediterranean Sea yê de. Weke birayê xwe ’’Xalib’’. Weke diya xwe ’’Rihan’’ ê. Niha hemû cîhan te nas dikin.
Sala borî tevî malbata xwe ji bajarê Kobanê reviya bûy. Kurdin û lazim bû ji destê zilamên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ê revîban. Min bihîst ku meteke te li Canada yê ye. Bîst sale li wê derê dijî û barber e. Tu bombeyek tune. Nabe bitirsin, ku zilamên bi nîqabên reş dayê bi xwe re bibin. Yan bavo bi tifingê gulebaran bikin.
Malbata te dixwestin tevî te û Xalib biçine Canadayê. Da hûn di ewlehiyê de mezin bibin. Biçine xwendingehê. Fotbulê bilîzin û fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Meta we pere şandibûn, da li Tirkiyê pê bijîn. Lê tenê ji bo demeke kurt. Ji ber ku Tirkiyê ji bo malbatên Kurd yên weke ya te welatekî ne başe. Metate gelek name nivîsandibûn, da ku hûn bikarin biçine Canada yê û pereyan kom bikin. Lê Canada yê got na. Belkî ji ber pasporta malbata te bû, ku ne ya welatekî baş bû. gelek Kurdên ku ji Sûriyê tên bê pasportin. Belkî pirsgirêka malbata te jî ev yek bûye ku weke penaber bi fermî bêne nas kirin.
Lê bavê te xwe neda dest. Wî nêrîneke din hebû. Bi belemê ber bi Yûnanê ve, piştre bi rêpîvaneke dirêj û rêwîtiya bo otobusê. Çend rojên rawestana li rawistgeheke trenê ya Hungari ya yê, razana li ser cadeyan, weke gerekî lê bê xîvet. Piştre belkî di trenekî de û ber bi Austria yê. Bavê te got: ’’ji wê derê jî ber bi Canada yê difirî’’. Û difirî di nava ewran de. Lê ne bi balafirê.
Hûn ber bi peravê ve çûn, belkî hê tarî bû. bavê te tu xistibûye ser qilûqildanên xwe û direvî. Di nav ava bi pêl de du belemên biçûk. Gelek xelk suwar bûn, cîh gelek teng bû. diya te tu di hembêzê de girtî û strana ku te jê hez dikir lorand. Bavê te got’’ di demeke nêz de digehîne cih’’. Birayê te digirî. Zilamek li ser wî qêriya û zilehek lêda. Bavê te ji bo parastinê destê xwe hilanî. Wî got: ’’Xalib, tu kurekî başî, bavo sibê dê ji bo te şekirokanbikire’’. Pêl hatin. Di çav niqandinekî de hemû ter kirin.
Te tiştek ji vê meselê nedizanî, kî li jor bû û kî li jêr. Diya te êdî tu nedîtî! Lê bihîst. Li pey we qêriya ’’Alan’’. Alan, Xalib, Alan. Piştre behrê tu di nav xwe de niqum kirî. Dê û birayê te jî. Zarokên din, dayik, zilam, keç û gelek mirovên din. Lê bavê te Ebdulah zilamekî bihêze, karî xwe bigehîne peravê. Bangî we kir, li pey we geriya. Hîç.
Behrê doh tu avêtî der. Pêlan li ser lêvarê bi te re dilîstin, dera ku zarok lê kelehên axê çêdikin. Zilamekî wêneyê te kişand, yekî din tu di hembêzê de girtî û bi xwe re birî. Tu ber bi Canada yê ve nefirî. Bavê te dixwaze te li Kobanê bispêre axê. Tevî birayê te Xalib û diya te Rihanê. Xizmên wî dibêjin dixwaze li cem we bimîne. Çima zindî bimînim, di halekî de ku hemû tişt ji kesekî ahtine standin? Ez vê yekê fêm dikim, ez ji bo we fayikim Alanê ezîz. Ji xwe dipirsim, (ger tu sax mabay) tu dibûye çi? Ger malbata te riyeke ewle ji bo penabertiyê heban. Dema te dikarî jiyana xwe ji nûve destpê bikî, li cem meta xwe li Canadayê. Ya li cem me li Swisrayê.
Malbata te dixwestin paşerojekî ji bo te çêbikin. Jiyaneke bi ewle. Weke tişta ku ez ji bo zarokên xwe hêvî dikim. Ger tu riyeke min nebûya min jî dê hûn bê çoxikê melevaniyê bi hêvî û duayan di belemeke tije de bicîh dikirin.
Malbata te baştirîn tişt ji bo te hêvî dikirin. Weke dê û bavên din. Bavê te tu carî ev rê nedihilbijart ger derfeta jiyaneke din ji bo we heba. Wî welatê xwe terikand. Jiyana malbata te di metirsiyê de bû, û ji bo xilas kirina jiyana malbata te. Û di encamê de hemû j dest dan. Kurên xwe, hevjîna û hêviya xwe.
Alanê ezîz ez tucarî wêneyê te ji bîr nakim. Ez gelek xemgîn kirim. Bi dijwarî nefesê heldikêşim. Ez cîhanekê naxwazim ku mirov ji bo hebûna jiyanekê di deryayan yan di kantîneran de bifetisin. Hêvîdarim hemû xelk wêneyê te bibînin û bêjin ’’ ez vê yekê qebûl nakm. Li cem me cîh û mekan ji bo hemûyan heye. Lazime em karekî bikin’’.
Çavkaniya Farsî: NNSROJ
Ji farsî: Dêrsim Oremar
Nadia Meier nivîskar û şano nivîs a Almanî ye.
Nameya Nadia Meier bi zimanê Elmanî
http://blog.tagesanzeiger.ch/mamablog/index.php/44497/brief-an-ailan/