Nameyekî Kurdane bo KCK, PKK, HDP, DBP, DTK û | Erdelan Goran

Beriya her tiştekî lazime ew yek eşkere bikim ku ez însanekî neteweperest û nîştimanperwerim bi awayekî ku çawe Meke û Medîne bo her îslamiyekî pîrozin, her wisa jî her gund, bajar, bajarok, neval, çiya, rûbar, bax, baxçe û her gir anjî tepeyekî Kurdistanê bo min pîroz û birûmete.
Eger li her cêyekî Kurdistana mezin mirîşkêka Kurd zirarêkî bide dagîrkerên Kurdistanê ez bi rêzdarî li hember wê mirîşkê tev digerim, jiber ku Kurde û li dijî dagîrkerên Kurdistanê ye.
Derbarê bizav û tevgerên siyasî û leşkerî yên Kurd û Kurdistanê de jî her wisa, rêz û teqdîreke min ya bêhempa bo tevahiya wan bizav, tevger û têkoşerên Kurd heye. Jiber ku bo doza reva ya gelê Kurd tê dikoşin, doza Kurd dozeke reva û netewiye û nabe ev doza han were parçe kirin, doza Kurd doza serbixweyiya Kurdistanê, hilweşandina sînorên dagîrkeran, maf û nasnameya netewî ya gelê Kurd bi giştiye. Zêdetir ji 200 salane li Kurdistana mezin gelê Kurd bo vê doza han gelek egîd û qehremanên xwe spartiye axê û hîna jî ev prose dom dike, ew egîd û qehremanên ku bûne pakrewanên doza welat û netewa xwe baweriya wan bi serxwebûna welat û gelê xwe hebûye û bo vê yekê jî canê xwe gorî kirine. Li gor amarên nefermî heta niha gelê Kurd li ser asta Kurdistana mezin bo serbixweyî û azadiya Kurdistanê nêzî du miliyona kesan qurbanî daye, ew yek mîraseke gelek mezin, zengîn û dîrokiye bo gelê Kurd û lazime gelê Kurd û bizav û tevgerên siyasî, leşkerî û medenî yên Kurdistanê bervanî ji wê mîrasa han bikin, jiber ku di dîroka mirovatî de nimûneyeke din ya wê mîrasê tuneye.
Li Bakûr 5 hezar, li Başûr 4 hezar û 500, li Rojhilat 2 hezar û 300 gundên Kurdistanê ji aliyê dagîrkeran ve hatin wêrankirin, li Rojava jixwe dagîrkera Besê Kurdistan tune kir û ereb li şûnewarên Kurdan bicîhkir, li Kurdistana sûr jî bi heman awayî mala Kurdan û Kurdistana Kurdan hate wêrankirin. Li her çar beşên Kurdistanê, ziman, çand, nasname, hizir, îradeya Kurdî û dîroka Kurdî hate qedexekirin û ev qedexekirin hîna jî didome, di wan 200 salên dawî de gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê li Kurdistana sûr jî rastî gelek tirajedî û karesatên mezin yên hovane hate, genc û ciwanên Kurd hatin îdamkirin, di nava zîndan û girtîgehan de hatin kuştin, hatin sûrgûnkirin, bo ku dev ji têkoşîna xwe berdin, xwarin û vexwarin li wan hat qutkirin, madeyên hoşber dane wan, bi zindî binax hatin kirin û ….
Ev karesatên han îro di asteke din û bi rêbaz û şawazeke din ji aliyê dagîrkeran ve tên domandin, terorîstên DIŞIê ku îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşî Kurdistanê dikin, nimûneyeke zindî û berçav ya wan karesatane ku ji aliyê dagîrkeran ve li ser gelê Kurd de tên sepandin, sedama tevahiya wan karesaten ne ewe ku Kurd ne democrat, ya ne sosiyalîst anjî ne îslamîne, belku sedema tevahiya wan karesatan, Kurd bûna gelê Kurde, dagîrker bo ku bikaribin hebûna Kurdan tune bikin û hebûna Kurdistanê jî înkar bikin û bo xwe fêde ji serçave û jêder û çavkaniyên binerdî û sererdî yên Kurdistanê werbigirin ew karên han yên berber û hovane derheq bi gelê Kurd û Kurdistanê de dikin û ji tiştekî jî şerm û fedî nakin. Madem Kurd bûn û Kurdistanî bûn û ji nav birina Kurd û Kurdistanê bûye armanca dagîrkeran û darûdesteyên wan vê demê lazime bizav, tevger, rêkxistin û sazî û komelên Kurdan jî Kurdî û Kurdistanî bihizrin û xizmeta doza xwe bikin û dev ji pey çûn yan jî peyketina hin peyvên bê wate û bê bingeh weke demokrasî, sosiyalîzim, biratiya gelan, komara demokratîk û tiştên din yên wisa ên bi wate berdin û yek armanca wan hebe ku ew jî Kurd û Kurdistanî bûn û herwiha serbixweyî û azadiya Kurd û Kurdistanê be. Jiber ku bi tenê Kurd bûn û Kurdistanî bûn û azadî û serbixweyiya Kurdistanê hêjayê xwîna şehîd û pakrewanên her çar parçeyên Kurdistanê ye û ew şehîd û pakrewan canê xwe bo Kurd bûna, Kurdistanî bû û azadî û serbixweyiya Kurd û Kurdistanê feda kirine, lazime em jî xwedî ji fedakariya wan şehîd û pakrewanan derkevin.
Hevalên hêja û birûmet beriya her tiştekî weke Kurdekî ji dil û can ji tevahiya we hez dikim jiber ku em tevahî Kurdin û Kurd bûn jî li cem min tişteke gelek pîroz û birûmete, lê li gel ev hezkirin û rêzdariya min ya bo weyên hêja rexne û gazindin min jî ji we hene û hêvî dikim bi dilekî vekirî tehemola wan rexneyan bikin.
Yekem: Mixabin hin gotin, daxuyanî û belavokên ku ji aliyên we ve di wan rojên dawî de têne pêkêşkirin ew yek îsbat dikin ku we wateya doza netewî ya Kurd guhertiye û naveroka wê vala kiriye, hevalên hêja doza Kurd dozeke reveye, doza Kurd doza hebûn û nebûna netewe û welate, doza Kurd doza mafên netewî, wêjeyî, çandî û dîrokî yên gelê Kurde, doza gelê Kurd doza îradeya azad ya gelê Kurd û azadiya Kurd û Kurdistan û serbixweyiya Kurdistanê ye, doza Kurd ti elaqeyeke xwe bi partiyên siyasî yên dagîrkeran ve tuneye, raste AKP û Erdogan dijî Kurdin, qatilên Kurdanin, Kurdistan wêran dikin lêbelê AKP û Erdogan ti têkiliyeke wan bi doza Kurd ve tuneye, jiber ku AKP biçe vê CHP were, CHP biçe vê MHP, MHP biçe vê SP, SP biçe vê Vatan partisi û h.w.d werin, liwir kêşe ne partiyeke siyasî ya keseke, kêşe kêşeya sîstem û pergala dagîrkere, lazime em Kurd jî li dijî zihinyet û eqiliyeta dagîrker û pergala dagîrker tê bikoşin. Şer kirin li dijî AKP û Erdogan ne karê gelê Kurde, jiber ku ew ne Kurdin, ew tirkin û ev yek jî kêşeya Tirkane, lazime em Kurd li dijî zihinyet û eqiliyeta dagîrker yaku AKP û Erdoganê birêve dibin tê bikoşin, jiber ku ev tiştên ku îro AKP û Erdogan biser Kurdistanê de tînin beriya niha jî ji aliyê CHP û MHPê ve li hember gelê Kurd û Kurdistanê hatine kirin. Nabe em Kurd box we zilimê li xwe bikin, qurbanî kirina genc û ciwanên Kurd bo hilweşandina desthilata AKP û Erdogan zilimeke mezine ku li gelê Kurd tê kirin, jiber ku ew dayik û bavên ku zarokên xwe dişînin nava refên têkoşînê bi hêviya Kurdistaneke azad û serbixwe dişînin, jiber vê yekê lazime em wegerin ser rêya Kurdatî ku ew jî têkoşîna bo azadiya gelê Kurd û serbixweyiya Kurdistanê ye.
Duyem: Steratejiya ku niha cîhbicîh dikin şaşe û zirarê dide Kurd û Kurdistanê. Mebesta min ji şaş bûna steratejiya we ewe ku lazime bizanin li dijî kî şer dikin, li kûderê û bi çi awayî şer dikin? Ji sala 1984an ve heta niha artêşa Tirkiyeyê bi hinceta şerê dijî PKKê 5 hezar gundên Bakûrê Kurdistanê, topbaran kir û ew gundên han wêran û çol kir, herwisa bi sedan gundên Başûr jî bordiman kir û bi sedan welatiyên medenî yên Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve bi hinceta şerê dijî PKKê hatin şehîdkirin û bax û rez û bistanên wan hatin şewtandin. Niha jî hun şerê didomînin, ez dizanim ew şer şerekî feriz kiriye li ser we lêbelê lazime hun fêde ji dîrok û ezmûna 30 salên derbasbûyî werbigirta, û li Kurdistanê de şer nekiriba bo ku dagîrker nikarîba zirarê bide Kurdistanê. Bo nimûne ji hîvan 2015an ve heta niha li Bakûrê Kurdistanê şereke dijwar diqewme, komkujî li ser Kurd tê kirin û bajar û gundên Kurdistanê tên wêrankirin, henceta vê şerê jî ewe ku we di nava qad û kolanên bajarên Kurdistanê de barîqat çê kirine, başe eger we ew barîqatên han ji Rojavayê navçeya zara ya li Sîwasê çê kiribana û heta rojavayê Eskenderûnê dom kiriba gelo AKP û Erdogan karîbana Kurdistanê wêran bikin û komkujiyan bikin? Lazime ew xwîna genc, ciwan, zarok, jin û pîrên Kurdan yên ku tê rijandin ji bo azadiya gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê be ne jib o hilweşandina desthilata AKPê û Erdogan.
Lazime hun dev ji hin peyv û têgehên bê wate û bê bingeh berdin, tiştek bi navê biratiya gelan li gel desthilat û pergaleke siyasî ya dagîrker ku ne amadeye hebûna te qebûl bike, tişteke bê wate û bê encame jiber ku gelê serdest û pergala vê ya siyasî hebûna te weke Kurdek azad û serbixwe qebûl nake û hertim dixwaze tu bindest û koleya vê bî. Mebesta min ewe ku lazime ji niha û pêde li Bakûrê Kurdistanê jî bi eşkere daxwaza serxwebûna Kurdistanê û cudabûn ji Tirkiyeyê were kirin, weke Başûr û Rojavayê Kurdistanê lazime li Bakûr jî armance sereke azadî û serbixweyiya gelê Kurd û Kurdistanê be, eger wisa be vê gelê Kurd li her sê parçeyên din û yên li diyasporayê jî piştgîr û hevkarên we bin. Lê eger armanca we şerê dijî AKP û Erdogan û hilweşandina AKPê be vê betenê bimînin jiber ku hilweşandina AKP û desthilata AKPê ti elaqeyeke xwe bi doza reva ya gelê Kurd ve tuneye. Eger hun dev ji vê steratejiya şaş berdin û daxwaza fedrasiyon anjî serxwebûnê bikin vê demê çi hedê qereçêkî aware weke Erdoganê ye ku ji we re bêje ezê we ji hevwelatî bûna Tirkiyeyê derdixim? Eger we daxwaza serxwebûna Kurdistanê kiriba gelo ev qereçê aware karîba gefeke wisa bixwe? Na, eger we daxwaza serxwebûna Kurdistanê kiriba vê demê erdogan û akpê jî hişê wan hatiba serê wan û hatiba bîra wan ku qereçên aware û koçber yên asyiyaya navînin û ew welat jî Kurdistane ne asiyaya navîne.
Sêyem: Hun ji nirxên netewî dûr ketine, lazime xwedî ji nirxên netewî derkevin û rêz ji wan nirxên netewî bigirin. Mesela derbarê ala Kurdistanê de, hun dijatiya ala Kurdistanê dikin ku kefenê yek miliyon şehîdê Kurd û Kurdistanê ye, alaya Kurdistanê nirxeke netewî ya gelê Kurde û dîroka vê jî bo pêş komara Mehabadê vedigere û ji aliyê 4 rewşenbîr û têkoşerên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê ve hatiye dîzayinkirin û sembol û rengên alayê jî ne hî part û aliyeke siyasî bi tenê ne, belku tevahiya wan sembol û rengan ji hizra zerdeştî hatine wergirtin û niha jî cêyê serfirazî û serbilindiya gelê Kurde, birêz Apo box we bi ti awayî û ti carî dijminatiya ala Kurdistanê nekiriye û bawer nakin ewqes nezan be ku dijatiya ew nirxa han ya netewî bike, ewin ku dijatiya ala Kurdistanê dikin, ewin ku di nava hereketa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê de jî dijminatiya azadî û serbixweyiya Kurdistanê dikin, ji xwe birzê Apo jî behsa wan dike, bo nimûne navê yek ji wan jî kiriye fuse. Nimûneyeke din yaku gelek sosret û cêyê dax û keserêye, dijminatiya vê wate ya we a li hember birêz Mesûd Barzaniye. Birêz Mesûd Barzanî ku niha Serokê hikûmeta fedral ya Kurdistanê ye û li seraserê cîhanê di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de weke nuner û temsîlkarê serekî yê gelê Kurd tê nasin ji temena xwe ya 12 salî ve heta niha çekê Kurdatî hildaye ser milê xwe û niha jî ku temena vî nêzî 70 salaye ji bilî karûbarên siyasî û dîplomatîkî yên rojane hevdem bi heman çeka Kurdatî li eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê, bo azadiya Kurd û Kurdistanê şer dike, malbeta vî ji 1889 ve heta niha bo azadiya Kurd û Kurdistanê tê dikoşe, 1913 bû ku Şêx Edbulselam Barzanî, daxwaza etonomiyê bo Kurdistanê kiriye û li dijî dethilata Osmaniyan şer kiriye, ji sed sala 18an ve heta niha malbeta birêz Mesûd Barzanî bo azadiya Kurd û Kurdistanê tê dikoşe, bi tenê ji vê malbetê 8 hezar kes hatine enfalkirin, ji bilî ew kesên ku di eniyên şer de canê xwe goriya Kurd û Kurdistanê kirine, niha jî di dema destpê kirina şerê dijî DIŞIê de, gava ku her kes direviya birêz Mesûd Barzanî genc, ciwan û xortên malbeta xwe kom kir û ket pêşiya wan û bihevre çûne eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê, 50 genc, xort û ciwanên malbeta Barzanî niha di şer dene û tenê yek zilam li malê maye ku ew jî kak Wecîh Barzaniye, ew jî jiber ku birîndare nikare here şer egîna ew jî diçû, birêz Mesûd Barzanî û malbeta vî nirxeke netewî û bibandor ya gelê Kurde, ti car partatî anjî hizbatiyeke bertesik nekiriye û hertim daxwaza azadiya Kurd û serbixweyiya Kurdistanê kiriye û niha jî li ser heman rêbazê berdewame. Di tevahiya serdanên xwe yên cîhanî de, di tevahiya hevdîtin û civînên xwe yên derve û navxwe de piştgîriya doza reva ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kiriye, gelek piştgîriya raste rast û nepenî jî pêşkêşî PKKê kiriye û hevalên berpirs yên PKKê vê yekê baş dizanin, bo nimûne çendîn car Amerîka daxwaz jê kir ku PKKê weke terorîst pênase bike lê qebûl nekir, çendîn car Tirkiye û Amerîka jê re gotin bila em bihevre şerê dijî PKKê bikin lê qebûl nekir. Hevalên berpirs yên PKKê baş tê bîra wan dema Tirkiye di salên 2005 heta 2008an digot ezê biçim qendîlê li ser wan xirab bikim, birêz Mesûd Barzanî bû ku got ew kesên ku dixwazin biçin şerê qendîlê bikin bila li ser cenazeya min re derbas bin, her dîsa sala 2008an dema dastana Zapê, hevalên PKKê baş dizanin ku birêz Mesûd Barzanî û PDKê bi çi awayî û çiqas hevkariya wan kiriye. Gelek tiştên din hene ku niha dem ne dema gotina wane, lê bi kurtî lazime were gotin ku birêz Mesûd Barzanî çende hevkariya PDKê kiriye ç çende kar û PDKê kiriye her bi heman awayî jî hevkarî û piştgîriya PKKê kiriye, lê mixabin hevalên PKKê ya nankoriyê dikin yan jî tiştan ji bîr dikin. Mîdiyaya wan bişev û biroj şerê dijî Mesûd Barzanî dike û dest bi kempîneke propagendeyê li dijî Mesûd Barzanî kiriye, tiştên ku Ereb, Tirk û Faris nikarîbûn li dijî birêz Mesûd Barzanî bikin niha heman tiştan bi destê mîdiya û çapemeniya PKKê didin kirin, li Başûr PKK pişta xwe bi goran û YNKê ve girêdaye û li dijî PDK û Barzanî bûne yek, PKK lazime vê rastiyê bizanibe ku eger PDK û Barzanî nebin PKK yek roja li qendîl namîne, YNK û Goran vê bifroşin, jiber ku dîroka YNK û Goranê gelek eşkere û berçave, Goran niha bûye beşek ji Îtlaata Îranê û boku li dijî serbixweyiya Kurdistanê yaku armanca birêz Mesûd Barzaniye, dest bi şerê dijî Barzanî kiriye, YNKê jî her wisa, ew part û aliyên siyasî yên Kurdistanî ên ku li dijî serbixweyiya Kurdistanê ne, nikarin bêjin em Kurdin û bo Kurdistanê tê dikoşin, jiber ku Dagîrker li dijî azadiya Kurd û serbixweyiya Kurdistanê ne, lewre ev part û aliyên siyasî yên Kurdî jî ên ku li dijî serbixweyiya Kurdistanê ne bi taybetî di vê dema hesas û dîrokî de, vê demê xizmeta Dagîrker û neyarên Kurdistanê dikin. Lazime PKK bizanibe ku bi dijminatî kirina birêz Mesûd Barzanî gelê Kurd ji xwe dûr dixe, rewşenbîrên Kurd û neteweperestên Kurd ji xwe dûr dixe, hêzên cîhanî ji xwe dûr dixe û dijminên Kurd û Kurdistanê li dor xwe kom dike. Xaleke din ya girîng ku lazime behsa vê jî were kirin ewe ku car car pkk gefa teqandina boriyên petrolê yên Kurdistanê dixwe û car car jî êrîşî ser boriyê dike û diteqîne, bi teqandina boriya petrola Kurdistanê PKK yekem xizmeta dagîrker û neyarên Kurdistanê yên ku dixwazên gelê kurd bê pare be, jiyana gelê Kurd xirab be û Kurd û Kurdistan pêş nekevin dike, di merheleya dudiyan de jî di rastî de PKKê zirarê dide xwe jiber ku eger gelê Kurd li Başûr bê pare be û jiyana vî xirab be vê demê PKK jî li qendîlê birsî dibe, jiber ku ji pilaw û sîgaran bigre heta digehêje çek û teqemenî û pêdiviyên tendirostî tevahiya wan ji Başûr ve bo PKKê diçin. Lewre lazime PKK aqil be û dev ji wan kiriyarên ku zirarê didin gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û pişt re jî zirarê didin Kurdên din yên li parçeyên din ên Kurdistanê berde. Jiber ku eger rewşa jiyanê li Başûrê Kurdistanê baş be, abûrî bihêz be vê gelê Kurd li beşên din jî sûdmend dibin, ezmûna çend salên derbasbûyî ew yek îsbat kiriye lewre eger PKK dilsozê gelê Kurde lazime dev ji wan tiştan berde û Kurdî bihizre.
Çarem: Lazime PKK wegere ser cewhera xwe ya rastîn, weke tê zanîn PKK bi armanca damezrandina dewleteke Kurdî ya serbixwe û awa kirina Kurdistana mezin û yekgirtî hatiye damezrandin, heta sala 1998an ku ev armanca PKKê bû pkk gelek bihêz bû û gelê Kurd jî jê hez dikir û piştgîrî dida têkoşînê lê piştî guhertina steratejiyê û pêşxistina peyvên weke komara demokratîk û tirkiyeyî bûnê ast û rêjeya piştgîrî kirina gelê Kurd ji PKKê û asta hez kirina Kurdan ji PKKê gelek kêm bû, jiber ku Kurd daxwaza azadî û serbixweyî dike nek bindestî û qebûl kirina nasnameya dagîrker û serdest. PKK û tevahiya pêkhateyên ser bi pkk lazime Kurdî bihizrin û Kurdî bijîn û Kurdî jî xwe îfade bikin, jiber ku her cure lêv û tevgereke wan ya bi ziman û çanda pergalên dagîrker xizmeta siyaseta tune kirina ziman û çanda Kurdî dike ku yek ji armancên serekî ya dagîrkenaye. Demokrasî û bihevre bûn di çarçoveya komareke hevbeş ya demokratîk de xizmeta gelê Kurd nake bi taybetî li gel desthilateke dagîrker ku bi ti awayî ne amadeye hebûna te qebûl bike, ji sala 2003an ve heta niha li Başûr jî gelek hewl bo vê yekê hatin dayîn lêbelê dawî derket ku pergala serdest û dagîrker ne amadeye hebûna Kurd qebûl bike lewre niha bijardeya yekane û serkeftî serbixweyiya Kurd û Kurdistanê ye, lazime li Bakûrê Kurdistanê jî PKK û pêkhateyên ser bi PKKê vegerin ser cewhera rastîn ya PKK û bi eşkere daxwaza serxwebûna Kurdistanê bikin jiber ku Tirkiyeyî bûn û komara demokratîk yaku niha PKK daxwaza wan dike beruvajî xeta şehîdane, lazime rêz ji şehîdan were girtin.
Waranpress