Nasrallah: Bila Tirkiye pişta xwe bi serkeftina şerê li Suriyê ve germ neke

Nasrallah: Bila Tirkiye pişta xwe bi serkeftina şerê li Suriyê ve germ neke

Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah daxuyand ku agehiyên dibêjin Hizbullahê ji rejîma Suriyê çekên kimyewî wergirtine, ne rastin. Nasrallah bang li Tirkiyê û Erebîstana Suudî jî kir û got ku bila pişta xwe bi şerê li Suriyê germ nekin.

Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah doh bi şev daxuyaniyek belav kir. Li gor nûçeya El Exbar ya Lubnanî, Nasrallah der barê agehiyên ku dibêjin ’Rejîma Suriyê çekên kimyewî dide Hizbullahê’ diyar kir ku eve îdîayên pûç in. Nasrallah got ku sedemên olî dest nadin ku ew weke rêxistin çekên kimyewî bikirin û bi kar bînin. Ev agehiyên çewt dihêle ku li Lubnanê gengeşî durust bibe. Ev bê bextî hemû welat û mirovan dixe nava xeter û metirsiyê de.

Di berdewama daxuyaniya xwe de Hasan Nasrallah bang li Tirkiyê û Erebîstana Suudî û welatên ku alîkariya çek û pareyan didin opozîsyona Suriyê kir û daxuyand ku çareseriya mayînde ya Suriyê bi tundî û dijwarî nabe.  Nasrallah got: Ez bang li Tirkiyê, Erebîstana Suudî û welatên din yên kendavê dikim da ku helwesta xwe ya li hember Suriyê carek din berçav bikin. We pişta xwe bi serkeftina leşkerî ve germ kiriye. Lê hûn nikarin ti encamekê bigrin. Careke din berjewendiyên xwe û yên herêmê hizir bikin.’

Rojnameya Huffington Post jî di nivîseke xwe de diyar kir ku Hizbullah leşkerên xwe dişîne Suriyê û li bajarên di destê opozîsyonê de şer dikin û der barê şerê nav bajaran de perwerde didin leşkerên Suriyê.

Rewanbej.net