Natanyahû; Ez rewiştê ji Erdoxan fêr nabim

Piştî ji aliyê dadgeha Emerîkî ve piraniya dizî û gendelîyên rayedar û rêvebirên komara tirk bo raya cîhanê hatine aşkerekirin, ji aliyê serokê dewleta dagirker ya Tirkîyê Recep Tayib Erdoxan ve rojev hate guhertin û wekî Paytext nasîna Qudsê ji aliyê Trump ve kete rojevê.
Erdoxanî li pey hev daxuyaniyên dijî Îsraîlê dan û dewleta Îsrayîl wekî terorîst binav kir.
Ji serokekî, di welatê xwe de gundê Kurdan bombebaran bike, rojnamevanan destgîr bike, bend û helwestên navnetewî yên dijî Îranê bidirîne, Gaza jî di navde arîkariya wan terorîstan dike yên mirovên hejar dikujin, rewiştê hîn nabim.
Beramber daxuyaniyên Erdoxanî Îro li Fransayê Natanyahû daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya BBC piştî hevdîtina Binyamîn Natanyahû li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna rojnamevanîyê de Natanyahû weha got; \"Filistînî çend zû bi rastiya ku Quds paytexta Îsraîlê ye ve rûbirû bibin, aşîtî dê ewqasî zû pêk bê.
Di berdewamîya axaftina xwe de Natanyahû weha got;\" Birêz Erdoxan êrîşî Îsraîlê kir. Ji serokekî, di welatê xwe de gundê Kurdan bombebaran bike, rojnamevanan destgîr bike, bend û helwestên navnetewî yên dijî Îranê bidirîne, Gaza jî di navde arîkariya wan terorîstan dike yên mirovên hejar dikujin, rewiştê hîn nabim.\"
Dijî daxuyaniya Natanyahû, komara tirk daxuyaniyek da û hêrsa xwe pêşan da.