Nature: Wê 500 milyon kes bi xetereyê re rûbirû bibin

Nature: Wê 500 milyon kes bi xetereyê re rûbirû bibin

Kovara Zanyarî ya Îngilîstanê Nature, di gotereke xwe de bal kişand ser 211 santralên nukleerî yên li seranserê dinyayê yên ji bo mirovan xwedî xetereyek mezin in û ragihand, li derdora van santralan zêdetirî 90 milyon mirov dijîn.

Kovara Zanyarî Nature ya li Îngilîstanê weşana xwe dike, di gotareke xwe de ragihand ku, li seranserê dinyayê 211 santralên nukleerî hene û bi qasî 30 kîlometreyî nêzî van santralan jî zêdetirî 90 milyon kesan niştecih in. Di gotara ku, bi hevkariya lêkolîna bi Zanîngeha Colombia ya Amerîkayê re hatiye weşandin de, hat destnîşankirin ku, çaxê dûrahiya 75 kîlometreyî ya nêzbûna her reaktorekê bê hesabkirin, guman heye li seranserê dinyayê 500 milyon mirov bi vê xetereyê re rûbirû bimînin.

Di gotarê de tê gotin, piştî erdhêja li Japonyayê santrala nukleerî ya Fukuşîmayê xisarek mezin dîtiye û li dorhêla 30 kîlometreyî nêzî Fukuşîmayê jî 172 hezar niştecih hebûn. Her wiha 21 santralên li welatên Asya, Amerîka Bakûr, Almanya, Îngilîstan, Belçîka û Swîsreyê têne bibîrxistin û tê gotin ku, bi qasî 30 kîlometreyî nêzî van santralan bi qasî milyonek mirov hene.

Dîsa tê diyarkirin ku, nêzî 16 milyon Amerîkayî, 9,6 milyon Çînî û bi qasî wan hemûyan jî Almanî bi qasî dûrahiya 30 kîlometreyan li kêleka van santralan niştecih in. Kovarê bal kişand ser santraleke li Franseyê jî û got, li derdora santraleke Fransayê nêzî 5 milyon mirov dijîn.

Kurdî/Nûçexane