Navê Te

Navê Te

Veke deriyê dilê min û bibîne

Ger tevahî şaneyên xwîna min

Ne bi navê te ne

Xatir nexwaze berde here

Bila qetla canê min helal be ji te re

Veke pirtûka kurtejîna min û bixwîne

Ger tevahî tîpên wî

Ne bi navê te ne

Biqetîne rûpelan bavêje avê

Bila eşqa helbestê min nebînin rûyê tavê

Vê baş bizane xeydokê;

Demsal hatin û buhûrîn bê zemherî

Lê ev dilê min qet neguherî

Mîna birînek kûr û xedar

Li ser vî dilî kambax û bê hedar

Navê te niqûtî wek kezabek har

Yê jan kişand helbestên min bû

Yê li berxwe da evîna te ya giran bû

Ez dîsa jî bêzar nebûm

Qet ji te sar nebûm

Her hebûm û her hebûm

Lewra ez bi navê te re bûm

Bi navê te razam û

bi navê te rabûm

ez navê te bi xwe bûm.

 

Adar 2007 Qendil