Nêçîrvan Barzanî di gel Ehmed Dawuoglu hevdîtin pêk anî

Nêçîrvan Barzanî di gel Ehmed Dawuoglu hevdîtin pêk anî

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê di gel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Dwutoglu hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanek fermî doh bi şev çû Tirkiyê. Barzanî îro danê êvarê di gel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Dwutoglu hevdîtinek pêk anî. Çivîn ji bo çapemeniyê girtî pêk hat. Hate gotin ku di hevdîtinan de her du berpirsan mijarên di rojevê de, pêwendiyên her du aliyan, rewşa Îraq û Suriyê û Rojava nîqaş kirine.