Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Suriyê karîgeriyek xirap li ser herêma Kurdistanê dike

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku rewêşa Suriyê karîgeriyek xirap li ser herêma Kurdistanê dike û ji Neteweyên Yekbûyî û ji civaka navdewletî xwest ku zêdetir harîkariya penaberên Suriyê bike.
Li gor daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanêç serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê digel nûnerê taybet yê NY Nîkolay Mîladînov hevdîtinek pêkanî u di civînê de behsa rewşa penaberên Suriyê yên li herêma Kurdistanê kirin.
Li gor nûçeya ku malperê belav kiriye Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku rewêa Suriyê karîgeriyek xirap li ser herêma Kurdistanê kiriye. Barzanî gotiye ku ji ber vê yekê heta niha 235 hezar kes li Suriyê ve hatine herêma Kurdistanê û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kiriye ku zêdetir harîkariya herêma Kurdistanê bikin.
Her weha nûnerê NY Nîkolay Mîladînovîç jî daye xuyakirin ku NY dê ji berdewam be ji bo harîkarya penaberên Suriyê.
Rewanbej.net