Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike.

Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike.

Serok wezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarbûna rêwresma sondxwarina serok komarê nû yê Îranê serdana Tahranê dike.

Li gor nûçeya Ajansa Peyamnêr PNA rêveberê giştî yê pêwendiyên hikumeta herêmê ya Tehranê Abdullah Akreyî diyar kiriye ku serok wezîrê hikumeta herêmê li ser vexwendina serok komarê Îranê Hesen Ruhanî diçe Îranê. Akreyî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de nûneriya serokatiya herêma Kurdistanê dike.

Akreyî daye zanîn ku rêwresma sûndxwarina serok komarê nû yê Îranê dê roja yekşêmê an ku 4’ê Tebaxê pêk bihêt û ji welatên cîhanê 10 serok komar, 3 serok wezîr, 5 serokên perleman, 6 wezîrê derve, hindek mêhvanên taybet û her weha nûnerê Neteweyên Yekbûyî jî beşdarê rêwresma li parlemena Îranê de dibin.

Li gor agehiyên ku Akreyî dane Nêçrîvan Barzanî li gel beşdarbûna rewresma parlemenê biryare ku li gel berpirsên komara îslamî ya Îranê çend hevdîtinên din jî pêk bihîne.